CHP’iyan ji bo betalkirina vekişandina ji Peymana Stenbolê serî li Şûraya Dewletê da

  • jin
  • 15:03 12 Nîsan 2021
  • |
img
ÎZMÎR - Rêxistinên CHP’ê yên navend û navçeyên Îzmîrê, ji bo betalkirina fesixkirina Peymana Stenbolê serî li Şûraya Dewletê da. 
 
Rêxistinên CHP’ê yên navend û navçeyên Îzmîrê, ji bo betalkirina biryara vekişindina Peymana Stenbolê doz li Şûraya Dewletê vekirin. CHP’iyan piştî serlêdanê li pêş Dadgeha Îdarî ya Heremê ya Îzmîrê daxuyanî dan. Serokê CHP’ê yê Îzmîrê Denîz Yucel û serokên CHP’ê yên navçeyan beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN’
 
Denîz Yucel, di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku Peymana Stenbolê ji bo herkesên ku rastî tundiyê tên û dibe ku rastî tundiyê werin xelasiya jiyanî ye. Yucel, anî ziman ku heta ji vê biryarê paş ve gav neyê avêtin wê têkoşîna xwe bidomînin û wiha got: “Me bi rêxistinên navçeyan ve daxwaznameyên xwe pêşkeşî Şûraya Dewletê kirin. Serokên me yên navçeyan ku ne li vir bûn jî wê li navçeyên xwe dozê vekin.”