Cenazeyê Saynûr Suyuncu hat veşartin

  • jin
  • 14:49 12 Nîsan 2021
  • |
img
SÊRT - Cenazeyê Saynûr Suyuncu ya li navçeya Hawêlê bi awayekî şewitî hat dîtin û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da hat veşartin.
 
Saynûr Suyuncu (27) ya li Gundê Kelhok a girêdayî bajaroka Ziyaret a navçeya Hawêla Sêrtê di 10’ê nîsanê de bi awayekî şewitandî hatibû dîtin. Suyuncu a bi awayekî giran birîndar bûbû rakiribûn Nexweşxaneyên Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê. Suyuncu duh şev li beşa şewatê ya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Xizmên Suyuncu duh şev cenazeyê wê ji nexweşxaneyê wergirtin û birin Sêrtê. 
 
Cenazeyê Suyuncu di çarçoveya bergiriyên vîrusa koronayê de bi tevlibûna 10 kesan li Goristana Zeviyê ya navenda Sêrtê hat veşartin. Balkêş bû ku hevjînê Suyuncu û malbata wî tevli merasîma cenaze nebûn.
 
ÎDIAYA TUNDIYÊ 
 
Hat îdiakirin ku Suyuncu ji ber tundiya lê dihat kirin xwestiye dawiyê li jiyana xwe bîne. Lêpirsîna derbarê bûyerê de hatiye destpêkirin didome.