Rêxistinên Jinan ên Îzmîrê: Em serî natewînin

  • jin
  • 11:13 8 Nîsan 2021
  • |
img
ÎZMÎR - Rêxistinên jinan ên li Îzmîrê bertek nîşanî binçavkirinên li Amedê dan. Jinan diyar kir ku êrîş li dijî têkoşîna jinan a wekhevî û azadiyê ye û anîn ziman ku li dijî van êrîşan serî natewînin.
 
Bertekên li dijî serdegirtina Komeleya Rosayê ya Jinan û binçavkirina 22 jinan a li Amedê mezin dibin. Rêxistinên jinan ên li Îzmîrê jî li dijî binçavkirinan qala girîngiya piştevaniyê kirin. 
 
ÊRÎŞ ZÊDE DIBIN
 
Sekretera Jinan a Şaxa Egîtîm-Sen’ê ya Hejmara 2 a Îzmîrê Zelîha Danyelî diyar kir ku di sala dawî de êrîşên ser jinan zêde bûne û bi bîr xist ku her roj sê jin tên qetilkirin. Danyelî, da zanîn ku jin li dijî tundiya zilam ji bo jiyaneke azad, wekhev û bêtundî têkoşîna xwe mezin dikin û wiha got: “Ji ber pergala bi zordariya zilam dijî, têkoşîna jinan weke xetereyê dibîne, saziyên jinan digire û aktîvîstên jin binçav dike û digire.”
 
TÊKOŞÎNA HEBÛNÊ
 
Danyelî, bertek nîşanî binçavkirina jinên li Amedê da û wiha axivî: “Bila vê yekê bizanin ku nikarin bi êrîşan têkoşîn hebûnê ya jinan asteng bikin. Jin wê li dijî talakirina ked, laş û vîna xwe wê têkoşîn û piştevaniyê mezin bikin û jiyaneke wekhev, di nava aştiyê de biparêzin.”
 
Berdevka Demê ya Koma Xebata Jinan a Lijneya Koordînasyona Bajêr a Îzmîrê ya Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyaran a Tirk (TMMOB) Gunîz Gacaner jî diyar kir ku bi desthilateke zordar û faşîst re rûbirû ne û wiha got: “Em li cem hevalên xwe yên li Amedê hatine binçavkirinin. Em her tim bi wan re di nava piştevaniyê de bin. Em van êrîşan qet qebûl nakin. Divê hemû rêxistinên jinan li dijî van êrîşan derkevin.”
 
‘EM SERÎ NATEWÎNIN’
 
Seroka Komeleya Piştevanî û Dostaniyê ya Îmece Gunselî Kaya jî da zanîn ku  serdegirtina saziya jinan û binçavkirina jinan bêhiqûqî ye û wiha axivî: “Li tu welatan komeleyeke jinan deriyê wê nayê şikandin û bêyî rêveberiyên wê lêgerîn lê nayê kirin. Ji ber vê yekê ev pêkanîn, pêkanînên faşîzmê ne. Ev hemû li dijî têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinan e. Bi van êrîşan nikarin têkoşîna jinan a wekheviyê asteng bikin. Jinan di têkoşîna bi hezar salin berdewam dike de serî netewandin, natewînin. Dê rojekê teqez wekheviyê pêk bînin.”
 
JI BO BIJÎN
 
Emîne Akbaba ya ji Tora Parastina Jinê jî anî ziman ku di êrîşên dewletê de hedefa ewil jin in û wiha got: “Êrîşên tên kirin li ser jiyan û mafê jinan e. Ji bo ku em bijîn têkoşîna jiyanê didin û hev digirin. Komeleya Jinan a Rosaye jî yek ji van e. Ji ber wê yekê ji êrîşan encam nagirin. Me kolan kirin mekanên têkoşîna bi rêxistinkirî. Em ê ji bo hev di nava piştevaniyê de bin.”
 
‘DIVÊ BÊN BERDAN’
 
Akbaba, destnîşan kir ku bi binçavkirinan dixwazin têkoşîna jinan a jiyanê bêdeng bikin û wiha axivî: “Çi bikin bila bikin emê dev têkoşînê bernedin. Jinên hatine binçavkirin ne bi tenê ne. Divê demildest bên berdan.”