Tundiya zilam: Li Bûrsayê hewldana tecawizê

  • jin
  • 15:16 7 Nîsan 2021
  • |
img
BÛRSA - Li navçeya Yildirimê, bersûcê hewl da tecawizî F.D. bike, hat binçavkirin. 
 
Li navçeya Yildirim a Bûrsayê, jina bi navê F.D. duh xwest biçe serdana mala bavê xwe. Di rê de kesekê ku nasnameya wî ne diyar, hewl da F.D. birevîne û tecawiz bike. Kesên di rê de diçîn ev hewldana bersûc ferz kirin û mudaxileyî wî kirin. Esnafên derdorê yên bi bûyerê hesiyan jî bersûc derb kirin. 
 
Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyer jina ku rastî êrişa zayendî hat, rakirin nexwexaneyê. Bersûcê hatibû derbkirin, ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.