Li dijî faşîzmê li kuçeyan e

  • jin
  • 09:00 4 Nîsan 2021
  • |
img

MÊRSÎN - Jinên ku nerazîbûna xwe ya li dijî biryara fesixkirina Peymana Stenbolê anîn ziman gotin: "Ji jinan ditirsin." Jinan, detnîşan kir ku heya mafê xwe bi dest nexin dê li kuçeyan bin. 

Nerazîbûn û bertekên li dijî biryara fesixkirina Peymana Stenbolê didomin. Jinan, destnîşan kirin ku dê li dijî polîtîkayên nehesibandina jinê li kuçeyan bin û bitêkoşin. 
 
MESELEYA MAN Û NEMANÊ YE
 
Endama Halkeviyê Ceren Înan, bal kişand ser girîngiya Peymana Stenbolê û destnîşan kir ku ji bo wan "meseleya man û nemanê ye." Înan got: "Ne mimkun e ku jiyana bi milyonan jinan girêdayî gotina zilamekî be. Jin, bi salan e ji bo tahde biqede û Peymana Stenbolê pêk bê tê dikoşin. Lewma biryara fesixkirina peymanê nayê qebûlkirin." 
 
Înan, li dijî êrîşên sîstematîk bal kişand ser rêxistinbûyînê û têkoşîneke hevpar. 
 
TEKANE HÊZA KU FAŞÎZMÊ BIRÛXÎNE
 
Endama Piştevaniya Morê Zelîha Korkmaz jî biryara fesixkirina peymanê wekî "binpêkirina mafê jiyanê" nirxand. Korkmaz, destnîşan kir ku li Tirkieê jin li dijî polîtîkayên tekparêz ên AKP'ê li kuçeyan e. Korkmaz, bilêv kir ku tekane hêza ku faşîzmê birûxîne jin in, lewma jin hedef tên girtin. Korkmaz got: "Ji ber vê îqtidar naxwaze jin li kuçeyan û li nav malê xurt bibin. Lê belê a derbasdar, hikma jina ye. Heya Peymana Stenbolê pêk neyê, em ê li kuçeyan bin." 
 
Endama Meclîsa Jinên Pêşverû Îlknûr Ûyan jî destnîşan kir ku îqtidar bi fesixkirina peymanê tahdeya tê kirin rewa kiriye û fesixkirina peymanê tê wateya fihêlkirina kujeran û tecawizkaran. Ûyan got: "Ev pêkanîn mudaxileya li qadên me yên jiyanê." 
 
BANGAWAZΠ
 
Ûyan, anî ziman ku her çarşem saet ji 16.00'an heya 20.00'an li Qada Azadiyê ya Mersîn Ozgecan Aslanê, biryara fesixkirina Peymana Stenbolê şermezar dikin û balê dikişînin ser tahdeya li jinê tê kirin. Ûyan, ji bo piştevaniyê bang li gelê Mêrsînê kir. 
 
MA / Esra Solîn Dal