Li Stenbolê mirina bi guman a jinekê

  • jin
  • 11:37 3 Nîsan 2021
  • |
img
STENBOL - Şukriye Bûlgûrcû ya li navçeya Kuçukçekmece dijiya, li mala xwe bi awayekî biguman mirî hat dîtin.
 
Hevalên Şukriye Bûlgûrcû ya 28 salî ku li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê dijiya, piştî ku agahî jê negirtin duh bi şev çûn mala wê. Hevalên wê Bûlgûrcû, bi awayekî ku jiyana xwe ji dest daye dîtin. Hat diyarkirin li ser cenazeyê Bûlgûrcû ku rakirin Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê, şopa çek, amûrên bibir û tûj nehatiye dîtin. Sedemê mirina Bûlgûrcûyê wê piştî otopsiyê diyar bibe.