Ji bo darzeytûnên ku wekî zarokên xwe li wan miqate ne têdikoşin

  • jin
  • 09:10 3 Nîsan 2021
  • |
img
ÎZMÎR - Jinên gundê Kuçukkaleyê nerazîbûna xwe ya ji bo çêkirina kanên mermeran anîn ziman û destnîşan kirin ku wekî zarokên xwe li darên xwe yên zeyntûnan miqate ne û wê qebûl nekin ku darzeytûnên wan bibin qurbana kanên mermeran. 
 
Şîrketa Emeraldê ji bo li Çiyayê Kartaldagê kaneke mermeran a kapasîteya wê ya salane 500 hezar ton e çêbike, di meha Sibatê de serî li Midûriyeta Bajêr a Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê da. Li vê herêma ku tê xwestin kana mermeran bê çêkirin Gola Beleviyê jî heye ku ev gol di çarçoveya Peymana Ramsarê de ye. 
 
Gundên Mehmetler, Uzumler, Kuçukkale, Buyukkale, Alayli, Kûrşak, Hasançavûşlar û gundê gund Habîbler ê girêdayî Aydinê hatin cem hev du û li dijî kana mermeran Platforma Kartal Dagiyê ava kirin.
 
Li gundê Kuçukkaleyê jinên ku li dijî çêkirina kana mermeran rabûne, diyar kirin ku naxwazin li gundê wan kana mermeran bê çêkirin û gotin: "Heke bivê em ê biçin Enqereyê jî." 
 
RISQÊ ZAROKÊN WAN 
 
Hatîce Ozen a 74 salî, diyar kir ku 60 sal in li gund e û got: "Ez kana mermeran naxwazim. Ji ber mermeran ê zeytûnên me, gundê me biqelihe. Gundê me biqelihe, em ê jî biqelihin. Li gundê hember, kaneke keviran çêkirin. Li wir hew zeytûn şên tên. Li vî gundî risqê 5 zarokên min heye. Ez ê risqê zarokên xwe nekim qurbana kana mermeran. Em ê îtiraz bikin. Ez extiyar im nikarim biçim, lê hege rgundî min bibin Enqereyê ez ê biçim û ez ê ji rayedaran re bibêjim ez kana mermeran naxwazim." 
 
Sûzan Çagiran a 66 salî jî got: "Heqê kesî tune ye xwezaya me biqelihîne. Ma xwezayeke wisa xweşik li ku derê heye? Ji bo qezenca xwe dixwazin her derî ripîrast bikin. Gundên me, her tiştên me ne. Heger kana mermeran bê çêkirin, ê her tiştê me ji dest me biçe." 
 
Ê XWEZAYA ME NEMÎNE
 
Çagiran anî ziman ku naxwaze li bajêr bijî û got: "Jixwe ava me têra me nake, heger kan bên çêkirin em ê bê av bimînin. Bila dest nedin gundê me. Ew ê qezenc bikin, ê gund ji dest me biçe. Em ê nehêlin. Em ê xwedî li gundê xwe derkevin." 
 
WEK ZAROKÊN XWE LI WAN MIQATE YE 
 
Ayşe Atalay jî destnîşan kir ku bi vî awayî dê darên wan ên zeytûnan nemînin û got: "Heger kana mermeran bê çêkirin û ji ber toza wê zeytûn şên neyên. Ez wek zarokên xwe li van darzeytûnan miqate me. Ê li ber çavê min zarokên min bikujin. Kana mermeran naxwazim." 
 
Zekiye Keskîn jî got: "Gava em li çiyayên xwe dinerin bêhna me dertê. Lê kana mermeran bê çêkirin, ê xwezaya me nemîne. Ê dengê çûkan neyê me. Em ê nikaribin vê hewaya xwe bikişînin nava xwe. Em ê nehêlin kan bê çêkirin.
 
Cahîde Tuzun jî par teqawid bûye û mala xwe naiye gund. Tuzun got: "Çêkirina kana mermeran ê ji bo min bibe kabûs. Şeveqê gava em şiyar dibin em li her derî çav bi daristanan dikevin. Kan bê çêkirin, ê ev hemû biçin. Ji dêvla vê hewaya paqij ê bêhna mermeran bê. Em ê nehêlin kan bê çêkirin." 
 
MA/ Semra Tûran-Sevda Aydin