Ji AKP’ê re serbest e ji jinan re qedexe ye!

  • jin
  • 13:34 30 Adar 2021
  • |
img
MÊRSÎN - Ji 6 endamên Platforma Jinan a Mêrsînê yên vekişîna ji Peymana Stenbolê bi meşekê şermezar kiribûn re 21 hezar û 598 lîre ceza hat birîn. Ji kesên di şertên pandemiyê de eywana kongreya AKP’ê tije kirin re tu ceza nehatiye birîn.
 
Peymana Stenbolê di şeva 20’ê adarê de bi Biryarnameya Serokkomar hat betalkirin. Jinên ku vê biryarê qebûl nakin derdikevin qadan û dibêjin “Peymana Stenbolê bila were sepandin." Jin bi awayekî hevdem dengê xwe bilind dikin. Platforma Jinan a Mêrsînê jî bi meşekê biryara vekişînê şermezar kir. Lê piştî meşa jinan li dar xist ji 6 endamên Platformê re bi hêceta li gorî "mesafeya civakî" tevnegeriya ne bi giştî 21 hezar 598 lîre ceza hat birîn. Jinan cezayê ku ji wan re hat birîn jî bi meşê şermezar kirin. 
 
MEHA TEBAXÊ JÎ CEZA HATIBÛ BIRÎN
 
Di tebaxa 2020’an de jî ji 25 jinên endamên Platformê re yên li dijî Peymana Stenbolê û kuştina Pınar Gultekîn derketin kolanan, nêzî 70 hezar lîre cezayê pere hatibû birîn.
 
JI AKP’Ê RE SERBEST E!
 
Rêgezên "mesafeya civakî" ku ji birîna cezayê jinan re weke hêcet hat nîşandan di kongreyên AKP’ê yên hatin lidarxistin de tune hat hesibandin.