Meclîsa Jinan a HDP’ê serdana jinên Partiya DEVA’yê kir

  • jin
  • 16:27 29 Adar 2021
  • |
img
ENQERE - Meclîsa Jinan a HDP’ê serdana jinên Partiya DEVA’yê kirin û bal kişandin ser betalkirina Peymana Stenbolê. 
 
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Parlamentera HDP’ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglû û Endama Koordînasyona Jinan a HDP’ê Feray Mertoglû serdana jinên partiya DEVA’yê kirin. Serdan li Navenda Giştî ya DEVA’yê pêk hat. Seroka Polîtîkayên Jinan a Partiya DEVA’yê Elîf Esen û rêveberên din pêşwaziya jinên HDP’yî kirin. Jin li ser tundî, kuştinan sekinînin û li ser rê û rêbaza piştî vekişîna ji Peymana Stenbolê were şopandin hat axaftin. Ayşe Acar Başaran destnîşan kir ku divê tevahiya jinan bi hev re li ber xwe bidin û li dijî vê zîhniyeta dixwaze jinan bi tenê bihêle derkevin.