Jinên êlihî piştgirî dan Emîne Şenyaşar

  • jin
  • 16:10 25 Adar 2021
  • |
img

RIHA - Jinên êlihî, ji bo piştgiriyê bidin Emîne û Ferît Şenyarşar hatin Edliya Rihayê. Jinan, diyar kirin ku heya malbata Şenyaşar bê berdan ewê li qada çalakiyê nobetê bigirin.

 
Tevgera Jinên Azad (TJA), Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Êlihê, xwestin Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar ên li ber Edliya Rihayê bi daxwaza “Edaletê” di çalakiya nobetê de bûn, ziyaret bikin. Ji ber ku Emîne û Ferît Şenyaşar hatin binçavkirin, şandeyê nekarî hevdîtin bike. Şandeyê li ser vê yekê, li cihê ku malbat 17 rojin di nobetê de bû, daxuyanî da çapemeniyê.
 
BANGA PIŞTEVANIYÊ
 
Endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Êlihê Sultan Azboy, bertek nîşanî binçavkirina dayika Emîne Şenyaşar a di nobeta edaletê de bû, da û wiha got: “Em ji Êlihê hatin ku piştgiriyê bidin dayika Şenyaşar. Lê ji ber ku wê binçav kirin, me nekarî em hevdîtin bikin. Em ji vê derê dixwazin bêjin ku em xwedî têkoşîna wê derkevin û ligel wê ne.” Dûre daxuyanî bi lêxistina çepikan bi dawî bû.  
 
Şandeya ji dayik û jinan pêk tê, diyar kirin ku heya Emîn û Ferît Şenyaşar bên berdan, ew ê li cihê Baroya Rihayê rawestin.