Jina îşkenceya sîstematîk lê tê kirin: Ez naxwazim bimirim

  • jin
  • 12:14 25 Adar 2021
  • |
img

STENBOL - Rahîme Aslan a ji aliyê hevjînê xwe ve 8 sal in tundiya sistematik lê tê kirin xwest ku Peymana Stenbolê bê pêkanîn û wiha got: “Ez naxwazim bimirim, dixwazim keça xwe mezin bikim.”

Piştî bi biryara Serokkomarê AKP’î Tayîp Erdogan, Peymana Stenbolê ya jinan ji zilaman diparast hat feshkirin, cînayetên jinan zêdebûn. Rahîme Aslan a li taxa Sala 50’emîn a navçeya Sûltangaziya Stenbolê rûdinê, 8 sal in ji aliyê hevjînê xwe Mûstafa Aslan ve bi tundiyê re rûbirû dimîne. Aslan a tiştên hatin serê wê vegot û diyar kir ku bi tundî, xeber, heqaret û tacîzê şiyar dibe û tundiyek mîna kuştinê lê dihat kirin. Aslan anî ziman ku ji ber bêçare bûye mijar ji malbat û raya giştî re parve nekiriye lê êdî serî rakiriye. 
 
‘EZ TERKÎ MIRINÊ HATIM KIRIN’
 
Aslan bal kişand ser xetereyên betalkirina Peymana Stenbolê ku wê bi xwe re bîne û wiha got: “Ez vê serê sibê hema bêje terkî mirinê hatim kirin. Eniya min derizî, difina min şikest. 5 kêl avêtinê. Laşê min hêj di nava xwînê de ye û şîn bûye. Ji ber min gelek xwîn daqûrtand, nikarim xwarin jî bixwim. Dema xwarin dixwim, vedireşim. Dema hûn di mala xwe de bi awayekî rehet dijîn û derbarê civakê de biryaran didin, jin bi mirinê re rûbirû dimînin. Ez dixwazim keça xwe mezin bikim û şensekî min ê bi wê re bijîm hebe.”
 
‘PEYMANÊ RANEKIN’
 
Aslan gotinên desthilatê yên “Em ê alîkariya jinan bikin û pêşiya tundiyê bigirin” bi bîr xist û anî ziman ku jin nikarin êdî tehamûlî van êşan bikin, divê faîl demildest bên cezakirin. Aslan da zanîn ku hevjînê wê bi her awayî tundî lê kiriye û wiha berdewam kir: “Xwest li pêş keça min a 7 salî min kêr bike. Ez di jêrzemîna avahiyekê de bi pereyê atolyeya mehê çend caran diçim û digirim re dijîm. Di jiyanê de hebûna min tenê keça min e. Li pêş keça min çu ji mutbexê kêr girt û ji bo min kêr bike hat eywanê. Keça min Hejar qîr kir, xwe avêt hemêza min û ket pêşiya wî.Heke xwe neavêtibûya pêşiya min niha ez ne dijîm. Pişt re bi darê zorê min û keça xwe, xwe avêt mala malbata min. Ji kerema xwe peymanê ranekin. Em naxwazin bimirin.”
 
‘EM NE BÊÇARE NE’
 
Aslan destnîşan kir ku tu feydeyê hevjînê wê jê re nîne û got: "Ez mehekê li malê hefs kirim. Her tim gef li min dixwarin. Bi avêtina kolanê û kuştina malbata min gef li min dixwarin. Ez her tim tirsiyam. Dibêjin jin bê xwedî ne. Bila jin bawerî vê yekê nekin, em çareya hev in. Divê em bi cesaret bin.”
 
NAXWAZIM BI DESTÊN ZILAMEKÊ BÊM KUŞTIN
 
Aslan axaftina wiha bi dawî kir: "Ez di şertên zor û zehmet de dijîm. Naxwazim bi destê zilamekî dawî li jiyana min bê.” Aslan, diyar kir ku dema ji bo rapor girtinê çû nexweşxaneyê bijîşka ku ew di nava xwînê de dît jê re wiha gotiye “Ji bo jinan bikujin peyman feshkirin. Ma êm ê her roj jinan di nava xwînê de bibînin.”