Ji Yuksekdag peyama Peymana Stenbolê

  • jin
  • 13:38 24 Adar 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Fîgen Yuksekdag, derbarê vekişandina ji Peymana Stenbolê ev peyam da: “Ji bo destûr ji êrişên desthilata ku kujer û tecawizkarên jinan diparêze re neyê dayîn dem dema hê bêtir berxwedan û piştevaniyê ye.”
 
Hevseroka Giştî ya berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, ji Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê têkildarî vekişandina ji Peymana Stenbolê li ser hesabê xwe yê twîtterê weşand. Yuksekdag, têkildarî vekişandinê ev peyam dan: “Me çawa Peyman Stenbolê bi têkoşînê qezenc kir, em ê li kuçe û bi berxwedanê peymanê biparêzin. Ji bo destûr ji êrişên desthilata ku kujer û tecawizkarên jinan diparêze re neyê dayîn dem dema hê bêtir berxwedan û piştevaniyê ye.”