‘Jinan li Newrozê qîr kirin ku dest ji jiyanê bernadin’

  • jin
  • 09:00 24 Adar 2021
  • |
img

AMED - Aktivîsta TJA’yê Zelal Bîlgîn, diyar kir ku jinan li qadên Newrozê li dijî tecrîd, qirkirina jinan, taciz û tecawizê, azadî qîr kirin û anî ziman ku ji bo jiyana xwe teslîmî hişmendiya zilam nekin wê qêrîna xwe bidomînin.

Newroza Amedê îsal jî bi tevlîbûna sed hezaran bi awayekî bihişmet hat pîrozkirin. Di qada Newrozê ya bi dirûşmeya “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, ser bi kevin” tije bû de, welatiyan bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan, êrişên li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û feshkirina Peymana Stenbolê dan. Jinên ku bi rengên xwe di qadê de cih girtin jî, careke din, diyar kirin ku wê tu carî destan ji mafê xwe yê jiyanê bernedin.
 
Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) û endama Komîteya Amedekar a Newrozê Zelal Bîlgîn, anî ziman ku jinan li qada Newrozê, ji bo azadî û jiyana xwe teslîmî hişmendiya zilam nekin, qîriyan.
 
Bîlgîn, da zanîn ku bi kampanyaya “Em xwe diparêzin” demek dirêj bi pêngava rêxistinkirin û hişyarbûnê li kolanan bûn û wiha axivî: “Me enerjiya 8’ê Adarê bi Newrozê re kir yek. Li vî welatî rastiya Îmraliyê heye. Polîtîkayên li Îmraliyê tên pêkanîn bandorê li hemû welatî dikin. Heta ku tecrîd neyê rakirin mirov nikare behsa hiqûqeke rast bike.”
 
‘SEKNA AZADIYÊ DANÎN HOLÊ’
 
Bîlgîn, destnîşan kir ku gelan li dijî bloka faşîst a AKP û MHP’ê bi rakirina hemû amûran sekna xwe nîşan da û wiha got: “Ev sekin, sekneke li dijî polîtîkayên xespê yên ser vîna milyonan, feskirina Peymana Stenbolê, lêgerîna tazî, xistina parlementeriya Gergerlîoglû ye. Ev sekin, li dijî vekirina doza girtina HDP’ê, rakirina tecrîda girankirî, qirkirina jinê, tacîz, tecawîz, îstîsmarkirina zarokan, qeyrana aboriyê, bêkariyê, talankirina xwezayê, rêveberiya bi hişmendiya zilam a otoriter, tune hesibandin, qirkirina çandê sekneke dibêje ‘ez azadiyê diqîrim’ e. Bi vê seknê gelan careke din silav daye jiyan û azadiyê.” Bîlgîn, da zanîn ku di rojeva jinan de Peymana Stenbolê heye û wiha berdewam kir: “Jin di navenda vê êrîşê de ne û bi zanebûna vê de ne. Newrozê bersiva herî şênber da van êrîşan. Ji ber bergiriyên nayên girtin rojê 3 jin tên qetilkirin. Jin di ferqê de ne ku vekişîna ji Peymana Stenbolê piştevaniya qirkirina jinê ye.”
 
‘EM JIYANA XWE TESLÎM NAKIN’
 
Bîlgîn, diyar kir ku heta ku li cîhanê jineke bindest nemîne wê têkoşîna jinan weke têkoşîna wijdanê berdewam bike û dê hebe. Bîlgîn, destnîşan kir ku li dijî polîtîkayên dijminane yên desthilatê wê jin her roja ku diçe têkoşîna xwe mezin bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bedelê wan çi dibe bila bibê em ê hemû destkeftiyên xwe biparêzin, em ê biryarên têkildarî jiyana xwe ya ku dixwazin ji me bistînin û pêşeroja xwe bi biryardariya teslîmî hişê zilam nekirinê hunandina berxwedana xwe bidomînin.”