Meclîsa Jinan a HDP’ê bi rojeva Peymana Stenbolê civiya

  • jin
  • 12:06 23 Adar 2021
  • |
img
ENQERE - Meclîsa Jinan a HDP’ê bi rojeva vekişîna Tirkiyê ya ji Peymana Stenbolê civiya û li ser di civînê de rê û rêbazên têkoşîna hevpar a bi rêxistinên jinan re hat nîqaşkirin. 
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî betalkirin ango vekişîna Tirkiyê ya ji Peyamana Stenbolê civiya. Civîn bi onlaynê pêk hat. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, Berdevka Meclîsa Jinan Ayşe Acar Başaran, parlamenterên jin û endamên Meclîsê beşdarî civînê bûn. Di civînê de hat diyarkirin ku vekişîna ji Peymanê êrişek giran a li dijî maf û destkeftiyên jinan e û li ser rê û rêbazên têkoşîna hevpar a bi rêxistinên jinan re hat sekinandin. 
 
Her wiha hat destnîşan kirin ku di civînê de nîqaşa wê bi parlamenterên jin ên muxalefetê re jî hevdîtin werin kirin û li ser vê yekê nîqaşa bikin. Meclîsa Jinan a HDP’ê wê di rojên pêşiya me de ji bo betalkirina biryara vekişîna ji Peymanê doza betalkirinê veke û biryara têkoşîna hiqûqî û siyasî ya li dijî biryarê hatiye girtin.