Uca biryara vekişîna Peymana Stenbolê bir Meclîsa Konyesa Ewropa

  • jin
  • 10:33 23 Adar 2021
  • |
img
ENQERE - Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Uca, biryara vekişîna Peymana Stenbolê bir Meclîsa Konseya Ewropa û diyar kir ku ew ê xebatên dîplomasiyê di her qadê de bimeşînin. Hukmê vê biryarê tune ye." 
 
Berpirsiyara Komîsyona Têkiliyên Derve û Cîgira Hevserokên Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Uca, der barê biryara Tirkiye ya vekişîna  ji Peymana Stenbolê de ji Komîsyona Astengkirina Cudakarî û Wekheviyê ya Meclisa Parlamenteran a Konseya  Ewropayê re nîjeya agahdariyê şand. Uca, bi telefonê bi Seroke Komîsyona Cudakarî û Wekheviyê ya Meclîsa Parlamenteriya Konseya  Ewropa re axivî û anî ziman vekişîna Tirkiye ya ji vê Peymana Stenbolê minakek pir xerab e. Uca, vekişîn wekî skandal pênase kir û xwest her kes li dijî vê yekê têkoşînê pêş bixin. 
 
HIŞMENDIYA KOMKUJIYÊ YE
 
Uca der barê axaftina xwe ya ji Serokê Komîsyonê û Peymana Stenbolê de agahî da û wiha got: “Ev biryar wekî darbeyê ye û li dijî hiqûqê ye. Li Tirkiyeyê di pêvajoya ku her roj bi dehan jin bi tundiya mêr re rû bi rû dimînin û tên kuştin de, Tirkiye xwe ji vê peymanê vedikişîne. Îtîfaqa AKP-MHP'ê bi vê biryarê carek din nîşanda ku li dijî jinê li cem mêr cih digire. Îqtîdar bi vê yiryarê rê li pêş tundî, zext û komkujiyê vedike. Bi vekişîna vê peymanê dê mêrê kujer û tundiyê dike bê parastin û wan bê ceza bihêle. Li vî welatî bihezaran jin bi hişmendiya mêr hatin qetilkirin. Gelek jin bi tundî û zextan re rû bi rû man." 
 
'HER ROJ JIN TÊN KUŞTIN' 
 
Uca, destnîşan kir ku rojek jin bi tundiyê re rû bi rû nemînin û neyên kuştin tune ye û wiha lê zêde kir: "Jinan di her qadê de bedelên mezin dan û piştî têkoşînek mezin gihiştin îro. Bi têkoşînê ev destkeftî bi dest xistin. Lê îqtîdarê bi polîtikayên dijminantiya jinê, bi vê biryarê diyar dike ku dê şensê jiyanê nede jinê. Her ku îqtîdara AKP-MHP'ê nêzî dawiya xwe dibe, bêtir har û dîn dibe. Li aliyekî Plana Çalakiya Mafên Mirovan dike û dixwaze xwe bi Yekîtiya Ewropa şêrîn bide xuyakirin. Li aliyê din jî xwe ji Peymana Stenbolê vedikiyşîne. Bi van polîtîkayan aborî rast nabe. Dîsa bi van polîtîkayan Tirkiye nikare nêzî Yekîtiya Ewropa bibe. Em nikarin li hemberî vê yekê bêdeng bibin. Em nikarin destûr bidin ku Erdogan Tirkiye bibe întîxarê. Em ê xebaten xwe yên dîplomasiyê berdewam bikin û li dijî vê biryarê em ê  têkoşîna xwe mezin bikin. Li dijî vê biryarê Sekreteriya Giştî ya Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropa, endam û parlamenterên wê, gelek sazî û rêxistinên civakî li ser malyerên xwe daxuyanî dan. Em tu carî dest ji vê doz û têkoşînê bernadin." 
 
MA / Dîren Yurtsever