Li Sînopê zilamekî jinekê giran birîndar kir

  • jin
  • 16:01 17 Adar 2021
  • |
img
SÎNOP - Zilamê bi navê Mehmet Sezîcî, hevjîna xwe Nûrdan Sezîcî ya pê re di pêvajoya berdanê de bû bi çekê giran birîndar kir.
 
Di saetên serê sibê de li Gundê Hidirli yê Sînopê zilamê bi navê Mehmet Sezîcî, hevjîna xwe Nûrdan Sezîcî ya pê re di pêvajoya berdanê de bû bi çekê hewl da bikuje û giran birîndar kir. Li ser agahdarkirina kesên derdorê tîmên tenduristiyê û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. 
 
Hat ragihandin ku Nûrdan Sezîcî ya bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê, tê dermankirin û rewşa wê cidî ye. Piştî bûyerê cendermeyan Mehmet Sezîcî binçav kirin.