Li Mûglayê cînayeta jinê

  • jin
  • 09:48 13 Adar 2021
  • |
img

MÛGLA -  Li navçeya Mîlasê, jina bi navê Bensû Narli ji aliyê kesê bi navê Serhat Kantaş ku hat angaşkirin hevalê wê ye ve hat kuştin. 

Li taxa Bûrgaz a navçeya Mîlasê ya Mûglayê, jina bi navê Bensû Narli ji aliyê kesê bi navê Serhat Kantaş ku hat angaşkirin hevalê wê ye ve hat kuştin. Hat angaştkirin ku destpêkê di navbera Narli û Kantaş de nîqaş derketiye û piştre Kantaş Narli bi çekê kuştiye. Cenazeyê Narli ku li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mîlasê. 
 
Kujer Kantaş ku piştî bûyerê reviya piştî demekê hat binçavkirin.