Li Mala Hunerê ya Lîlîthê huner a jinan e

  • jin
  • 09:01 12 Adar 2021
  • |
img

DÎLOK - Li Dîlokê 4 jinan bi hevdu re kuçeya dîrokî bi muzîkê şên kirin. Jin, li Mala Hunerê ya Lîlîthê, hem distrên hem jî perwerdehiya muzîkê didin. 

Li Taxa Bey ya navçeya navendî ya Şahînbeyê ya Dîlokê, 4 jin bi hev re li kuçeya ku malên ermeniyan lê ne "Mala Hunerê ya Lîlîthê" ava kirin. Jin, li vê malê perwerdehiya piyanê, gîtar, flutê û deng didin û di ber re jî distrên. 
 
Cemre Dûman ku tevê 3 mamosteyên jin perwerdehiyê dide, anî ziman ku solîstiyê dike û di ber re jî li flutê dixe. Dûman got: "Em dixwazin mirov berê xwe bidin hunerê." 
 
LÎLÎTH 
 
Dûman, bilêv kir ku heya 8 meh berê jî betal bûye û gava di vê kuçeyê re çûye û çav bi van xaniyên dîrokî ketiye û paşê xaniyek jê kiriye mala hunerê. Dûman got: "Ji nişka ve çêbû. Axirê min kargeha xwe vekir. Dû re em li ser nav fikirîn û me navê Lîlîth dît. Ji ber ku Lîlîth serîhildirê e û têkoşşer e, me ev nav li kargeha xwe kir." 
 
Dûman, diyar kir ku pêşî bi hevalên xwe yên mamoste yên mêr re xebitîne û dû re hin mamosteyên jin nas kiriye û niha bi wan re dixebite. Dûman, anî ziman ku niha mamosteyên Mala Hunerê ya Lîlîthê hemû jin in û got: "Têkiliyeke me ya xweş heye. Têkiliya me ne têkiliyeke patron-karker e. Em bi hev re hildiberînin û em xwe hîn bêtir azad hîs dikin. Gava em tiştekî hildiberînin û xîtabihî hin kesan dikin, em xwe pir baş hîs dikin." 
 
‘BI SER KETIM' 
 
Mamosteya Mala Hunerê xwendekara konservatuvarê ya Zanîngeha Dîlokê Newroz Ergun jî anî zimn ku xwestiye bibe hunermenda operayê, lê belê ji ber ku derfet çênebûne xeyala wê pêk nehatiye. Ergun, bilêv kir ku lê belê niha li Mala Hunerê ya Lîlîthê dersa deng dide û wan ji bo hunera operayê amade dike. Ergun got: "Di dema min de li Dîlokê kesên ku dersa operayê bidin tune bûn. Gava jin bi muzîkê re eleqedar dibû, wekî zînayê dihat hesibandin. Malbata min nedixwest biçim dibistanê. Gava biçûm bûm em diçûn Newrozê. Her cara ku dihatim malê, wekî ku di dest min de mîkrofon hebe, min kilam digotin. Malbata min dît ku li ber xwe didim. Ji wan tirê ez ê nikaribim bi ser bikevim. Lê min ev feraset şikandin û bi ser ketim." 
 
Ergun, destnîşan kir ku ew jin bi hev re bihêz in û got: "Em jin dikarin ji derheqê her tiştî derkevin. Em ne muhatcê mêran e. Gava em li bi hev re bin em pir bihêz in. Lewma divê em li her derî vê hêza jinê nîşan bidin." 
 
TÊKOŞÎN
 
Xwendekara konservatuvarê ya Zanîngeha Dîlokê Zeynep Kaya jî dersa baxlemeyê dide. Kaya, anî ziman ku bi piranî bi jinan re dixebite û got: "Ji lew re, sedemek jinan heye ji bo têkoşînê. Jin li malê, li kuçeyê, li kar û di hunerê de tim li paş tên hiştin. Em, ji bo ku vê newekheviyê bişikînin têdikoşin." 
 
Kaya, destnîşan kir ku berê gava li hin cihwaran solîstî dikir, gelek caran hatiye tacizkirin û got: "Gava dixebitîm, çi bi nivîskî çi jî bi devkî gelek caran hatim tacizkirin. Yanî jin wekî objeyekê tê dîtin. Lewma min dev ji muzîka li cihwaran berda. Ev, ji ber pergala heyî ye. Divê jin li ber van pêkanînan bitêkoşin. Divê têkoşîna wan tim gavekê li pêştir be." 
 
MA / Bariş Polat