Gelo zaroka ku malbata wê bi zorê ‘testa keçaniyê’ pê da kirin hatiye kuştin?

  • jin
  • 16:35 11 Adar 2021
  • |
img
MÊRDÎN – Hat angaştkirin ku zaroka 17 salî ya di 8’ê adarê de hatibû angaştkirin ku întihar kiriye, hatiye kuştin. Hat hînbûn ku beriya ku jiyana xwe ji dest bide malbata zarokê bi zorê “testa keçaniyê” pê daye kirin. 
 
Li Mêrdînê, hat angaştkirin ku zaroka 17 salî ya di 8’ê adarê de hatibû angaştkirin ku gule berî xwe daye û întihar kiriye, hatiye kuştin. Li gorî agahiyên ku hatin wergirtin, zaroka 17 salî xwestiye bixwîne lê malbatê wê neşandiye dibistanê û ji ber vê ji malê reviyaye. Lê piştî demekê neçar dimîne careke  din vedigere malê. Piştî vê li gel ku qedexe ye jî malbata wê “testa keçaniyê”pê dide kirin. Herî dawî di 8’ê adarê de bavê wê ji bo azmûna lîseyê wê dibe dibistanê û piştî azmûnê wê careke din vedigerîne malê. Di saetên êvarê yên heman rojê de hat angaştkirin ku bi çeka bavê xwe gule berî xwe daye û întihar kiriye. 
 
Lê serboriyên ku zarokê beriya mirina xwe ji hevalên xwe re vegotiye gumanên cînayetê xurt dikin. Lêpirsîna ku derbarê bûyerê de hatiye destpêkirin didome.