Ji UNICEF’ê hişyariya zêdebûna zewicandinên bi zorê

  • jin
  • 15:37 9 Adar 2021
  • |
img
ENQERE – UNICEF, hişyarî da û diyar kir ku ji ber pandemiyê di nav 10 salan de dibe ku zewaca di temenê zarokatiyê de 10 milyon zêdetir bibe. 
 
Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de nirxandinên nû kirin. Di nirxandinên ku hatine weşandin de hat destnîşankirin ku ji ber pandemiyê dibe ku zewacên di temenê zarokatiyê de zêde bibin. UNICEF’ê di nirxandinan de hişyarî da û diyar kir ku ji ber pandemiyê di nav 10 salan de dibe ku zewaca di temenê zarokatiyê de 10 milyon zêdetir bibe. UNICEF’ê weke sedem jî girtina dibistanan û zehmetiyên aborî nîşan da. Li gorî nirxandinan zewacên di temenê zarokatiyê de herî zêde li Bangladeş, Brezîlya, Etiyopya, Hindistan û Nîjeryayê çêbûne.