‘Zilam’ zextê li Bazara Semtê ya Jinan dikin

  • jin
  • 10:12 6 Adar 2021
  • |
img

AMED - Jinan diyar kir ku Şaredariya Rezanê dixwaze zilaman li Bazara Semtê ya Jiyanê bi cih bike û wiha gotin: “Qeyûm tayînî bazara jinan hat kirin, dixwazin jinan tasfiye bikin û bişînin malên wan. Em naxwazin di bazara me de zilam hebin.”

 
Bazara Semtê ya Jiyanê ku di sala 2013’an de li navçeya Rezan a Amedê ji aliyê Şaredara Partiya Aştî û Demokrasiyê ve hatibû vekirin, yekemîn bazara jinan a fermî ye. Di bazara armanc dike ku jinên li navçeyê tundî li wan tê kirin û yên destteng daxilî nav jiyanê bike de 258 jinan dezgeh vekirin. Bazara ku bi salan e jin bi rêve dibin her tim di hedefa zilaman de ye. Zilamên ku car caran xwestin di bazarê de cih bigirin, li dijî berxwedana jinên bazarvan paş ve gav avêtin. Hat îdiakirin ku vê carê jî di civîneke ku Huseyîn Beyoglûyê AKP’î yê YSK’ê tayînî Şaredariya Rêzanê kir de li dar xistiye, biryara 400 zilaman li bazarê bi cih bikin hatiye girtin.
 
TASFIYEYA JINAN
 
Rûkiye Bakiş a 3 sal in li bazara jinan tezgah vekiriye diyar kir ku heke 400 zilaman li bazarê bi cih bikin ew ê nikaribin bixebitin û wiha axivî: “Hilberînên li halê 50 qûrîşan didin zilaman lîreyekê didin jinan. Zilam ji me re dibêjin ‘hûn li wê derê piçekin, em ê li serê we bixin bixin ta ku hûn bes bikin’. Dema hatin li rex me tezgah vekirin wê li ser bedena jinê xeberan bêjin. Em ê vê çawa qebûl bikin.” Bakiş, anî ziman ku biryara şaredariyê tê wateya “jinan tasfiye bikin û bişînin malên wan” û wiha got: “Di civîna wan rojên derbasbûyî de tişta ji me re gotin ev bû ‘dema hûn sîwana radikin, em ji we re vedikin’ Tu çima dilê xwe bi min dişewitînî? Ez li vir ked didim. Çi ferqa min ji zilam heye? Ez ne bêhêz im dikarim artêşekê birêve bibim. Divê şaredarî dest ji vê bîryarê berde.”
 
DIYARIYA 8’Ê ADARÊ 
 
Rabîa Ataş a li bazarê dezgehê wê heye jî têkoşîna ji bo avakirina bazara jinan dane vegot û wiha axivî: “Em jin zîrek in, li ser lingê xwe disekinin. Dikarin sîwanên xwe rakin û deynin, qaseyan radikin, di serê sibê pêncan de radibin.” Ataş, bi gotina “qeyûm tayînî bazara jinan kirin, ev qeyûm nîne çiye?” bertek nîşan da û ev tişt got: “Serokê bazara zilaman civînê li dar dixe dibêje ‘em ê bazara jinan bifiroşin’ û firotin jî. Lîstikeke pir mezin heye li vir. Yên me binpêdikin zilam in. Em vê qebûl nakin. Di civînê de gotin ‘dema şaredarî di destê HDP’ê de tiştek nekir lê em dê tiştên baş bikin’ Lê şaredariyê weke diyariya 8’ê Adarê ev biryar diyariyê me kir. Em li dijî vê biryarê bêdeng namînin.”
 
ÇI HAT GUHERTIN?
 
Şukriye Mizrakli ya li bazarê xwedî dezgeh jî da zanîn ku bazara jinan a bi armanca piştevaniya jinan hatiye avakirin divê wisa bimîne û wiha axivî: “2-3 meha carekê bazarvanên zilam zextê dikin. Belkû 20 bazarên wan hene. Ew bazar nikarin wan têr bikin dê ev bazar wan têr bike. Em zilaman naxwazin. Bila dengê me bibihîzin. Heta ku dengê me were bihîstin em ê têkoşîna xwe  bidomînin.”
 
TUNDIYA ZILAM
 
Gulsum Var a di bazarê de dezgeha fêkiyan daniye jî destnîşan kir ku bicihkirina zilaman a li bazarê tundiyeke li ser jinan e û wiha got: “Êdî bes e ji tundiya zilam re, em vê qebûl nakin. Jin ji me cesaret digirin. Jin û zilam wekhev in. Em dixwazin li ser lingên xwe bisekinin. Çima pêşiya me digirin?”
 
TUNDIYA DERÛNÎ
 
Nûrdan Saltik a ji damezrandina bazarê heta niha dezgehê wê li bazarê heye jî anî ziman ku bi 400 zilaman bazar mezin nabe û got: “Weke ku masiyê mezin masiyê biçûk dixwe em ê mecbûr bin ku dezgehên xwe rakin û biçin mala xwe. Li vir kedeke 9 salan heye. Li Amedê mînakeke cara ewile bazareke wisa hatiye damezrandin. Em di erefeya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de bi tundiya derûnî re rûbirû dimînin." 
 
MA / Eylem Akdag