‘Kes nikare têkoşîna jinan asteng bike'

  • jin
  • 09:06 6 Adar 2021
  • |
img

MÊRSÎN - Jinên ku bi salan mêran tahde li wan kiriye, anîn ziman ku bi saya tevgera azadiyê ya kurdî serwext bûne û gotin: "Kes nikare têkoşîna jinan asteng bike." 

 
Li Mêrsînê jinan destnîşan kir ku 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, ji bo wan tê wateya azadî û serketina jinê. 
 
Adîle Karaman a 56 salî, bibîr xist ku jin bi bedêlên giran 8'ê Adarê pîroz dikin û got: "Li kuçeyê tahdeya pergalê, li malê tahdeya mêr heye. Her ku em di warê azadiyê de serwext dibin, zext jî zêde dibin. Sedema zêdebûna cinayetan, ew e ku jin li ber tahde û zilmê radibe. Her ku jin li ber zilmê û tahdeyê radibin, dewlet û mêr bi tirsa ku dê serdestiya wan ji dest biçe, jinan dikujin." 
 
XWEPARASTIN 
 
Karaman, destnîşan kir ku li dijî tahdeya mêr parastina herî baş serwextbûyîn e û got: "Divê jin hemû serwext bibin. Serlêdana jinan a ji bo saziyên dewletê têr nake. Kesê tahdeyê dike tê girtin, lê piştî çend rojan tê berdan. Pergal, pişta mêran digire. Ji lew re naxwazin têkoşîna jinê pêş bikeve." 
 
TAHDEYA DEWLETA MÊRΠ
 
Hulya Kaya ya 55 salî jî bal kişand ser tahdeya li jinê tê kirin û destnîşan kir ku ê bi vî awayî kes nikaribe pêşî li ber têkoşîna jinê bigire. Kaya got: "Tahde li nav malê dest pê dike û heta bi dewletê dewam dike." 
 
TÊKOŞÎNA AZADIYÊ 
 
Sîsê Demîr a 67 salî jî ku salan koçertî kiriye, diyar kir ku barê giran tim li ser milê jinê ye û got: "Ez koçer bûm. Jixwe şert û mercên me zehmet bûn. Bi ser de jî tahdeya mêr hebû. Gava zarokên keç dizewicin, xezûr û tî tahdê li wan dikin. Lê belê bi tevgera jina kurd jiyana jinan guherî." 
 
Demîr, destnîşan kir ku jina kurd bi tevgera azadiyê re azad bû û got: "Bi saya tevgera kurd zext kêm bûn. Êdî hevjînê me, xezûrên me tahdeyê li me nakin." 
 
Zarîfe Aslan a 50 salî jî 8'ê Adarê wekî roja li dijî tahdeya li ser jinê pênase kir û got: "Bila êdî jin nemirin." 
 
MA / Omer Akin