Êlih ji bo 8'ê Adarê amade ye

  • jin
  • 09:04 6 Adar 2021
  • |
img

ÊLIH - Berdevka TJA'yê ya Êlihê Gulîstan Sonuk, destnîşan kir ku ê jinên êlihî li dijî taciz û tecawizê wê dakevin qadan û bersivê bidin. 

 
Li gelek deverên Tirkiyeyê madekariyên 8'ê Adarê temam bûne. Li Êlihê jî jin amadekariyên xwe kirine. Jinên ku dê meşa fînalê ya 8'ê Adarê saet di 13.00'an de bikin, dê ji Parka Ataturkê heya avahiya HDP'ê ya Êlihê bimeşin. 
 
Berdevka Tevgera Jinên azad (TJA) a Êlihê Gulîstan Sonuk, destnîşan kir ku di demên dawî de li bajarên herêmê bûyerên tazic, tecawiz û destdirêjiyê pir çêbûne û ev di bara civakê de veguheriye bertekine mezin. Sonuk got: "Em jin em  di 8'ê Adarê de dakevin qadan û bersiva vê ferasetê bidin." 
 
ÎPEK ER Û BÛYERA KERCOSÊ 
 
Sonuk, bûyera Îpek Erê ku çawîşê pispor Mûsa Orhan tecawizî wê kiribû û piştî vê xwe kuştibû û bûyera li Kercosê ku esker, polîs û cerdevan jî di nav de 27 kesan tecawizî zarokeke 15 salî kiribû, bibîr xistin û destnîşan kir ku ev veguheriyeke hêrseke pir mein. Sonuk got: "Me di 25'ê Sibatê de doza Mûsa Orhan li cihê cih şopand. Polîs, edliye dorpêç kiribûn. Nehiştin ku malbata Erê pêwendiyê bi me re deyne. Zûzûka ew ji edliyeyê derxistin. Me li wir dît ku bê tecawizkar çawa tên parastin. Jixwe biryara darizandina bi awayekî negirtî dan. Em jin, em ê di 8'ê Adara îsal de jî hesab bipirin. Em ê li dijî dewleta bavkaniyê dakevin qadan." 
 
Sonuk, diyar kir ku tiştên li bajarên herêmê diqewimin bi destê dewletê tên kirin û polîtîkayeke sîstematîk e. 
 
TECRÎD Û QIRKIRINA JINÊ 
 
Sonuk, diyar kir ku îsal bi dirûşmeya "Li dijî qirkirina jinê jiyan, li dijî tecrîdê azadî" 8'ê Adarê pêşwazî dikin û got: "Piştî kampanyayeke têr û tije, em 8'ê Adarê pêşwazî dikin. Rojeva sereke ya çalakiyên îsal tecrîda li ser gelan û komkujiyên jina bû. Em li bendê ne meşa li Êlihê bi awayekî girseyî  derbas dibe. Ji lew re rojê herî kêm 3 jin tên kuştin. Pvajoya niha, pêvajoyeke ku kujer tên parastin. Ê jin li qadan bersiva vê yekê bidin." 
 
Sonuk,  bal kişand ser binçavkirin û girtinan jî û got: "Jin, ê li dijî hemû zext û zoriyan li qadan bin." 
 
BERNAMEYA ÊLIHÊ 
 
Sonuk, di dawiya axaftina xwe de bang kir: "Em ji 1'ê Adarê heya niha li navenda Êlihê û navçeyên wê hevdîtinan bi jinan re çêdikin. Em ê di 8'ê Adarê saet di 13.00'an de li Parka Ataturkê kom bibin û bi kincên xwe yên herêmî heya avahiya HDP'ê ya bajêr bimeşin." 
 
Sonuk, xwest hemû jin tevli meşê bibin.