Li Nigdeyê jinek hat qetilkirin

  • jin
  • 13:44 4 Adar 2021
  • |
img

NÎGDE – Li Nigdeyê, Halîme T. ji aliyê hevjînê xwe yê berê M.K. hat qetilkirin. 

Li Cadeya Suleyman Fethî ya Taxa Yukari Kayabaşi ya Nîgdeyê, Halîme T., ji aliyê hevjînê xwe yê berê M.K. ve bi awayekê hovane hat qetilkirin. Ekîbên tenduristiyê û polîsan piştî agahî dayîna welatiyên derdorê, sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Ekîbên tenduristiyê Halîme T., rakirin nexweşxaneyê. Ligel hemû hewldanan jî Halîme T., jiyana xwe ji dest da.
 
Bersûc M.K., ê ji cihê bûyerê revahiya piştî demekê hat binçavkirin.