Dengê kolanê: Em dixwazin azad bigerin

  • jin
  • 09:13 3 Adar 2021
  • |
img

ENQERE - Jinên ku me ji bo 8’ê Adarê mikrofona xwe dirêjî wan kir, bal kişandin ser sedemên zêdebûna tundiya zilam û ev bertek nîşan dan: “Bila polîtîkayên necezakirinê bi dawî bibin. Peymana Stenbolê bê cih anîn û em dixwazin di kolanan de azad bigerin.”

Têkoşîna jinan a bingeha xwe ji sed salên derbasbûyî digire, her ku diçe berfireh dibe. Yek ji qezên vê têkoşînê  8’ê Adarê Roja Jinên Cîhaneyê. Di van rojên ku em ber bi 8’ê Adarê ve diçin de, çawan ku şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) bandora xwe li tevahiya cîhanê kir, di heman demê de li jinan jî kir. Jinên ku fatûreya pandemiyê bi awayekê giran dan, daxwazên xwe yên azadiyê carek din anîn ziman.
 
RÊYA SERKEFTINÊ, DI YEKITIYÊ RE DERBAS DIBE
 
Jinên ku me ji bo 8’ê Adarê mikrofona xwe dirêjî wan kir, bal kişandin ser sedemên zêdebûna tundiya zilam û xwestin, di kolanan de azad bigerin.  
 
Nûrcan Aktay a li Kolan Hûnerê ya Qada Kizilay a Enqerê kafe dixebitin, diyar kir ku bi lewazbûna mûxaletfa siyasî û sîvîl re, komên dezavantajli û cuda ji pêkanînên dij-demokratîk bi bandor bûn. 
 
Aktay bal kişand ser rewşa jinan a li welat û wiha axivî: “Mîna hemû welatên cîhanê, li Tirkiyeyê jî, jin di ‘koma dezavantajan’ de cih digirin. Pêvajoya pandemiyê, ji aliyê desthilatdariya siyasî ve hat bikaranîn. Ne kombûyîna rêxistinên mûxalîf, xebar nekirin û bi taybetî qeyûm tayînî bajarên Kurdistanê kirin, bûn sedem ku jin di rewşek zor û zehmet re derbas bibin. Ji x we qedexeyên biparêzin jî tuneye. Ev xemgîneyek mezin û li pêş me jî rojên ronî xuya nakin. Bêguman em gelek tiştên xweş hêvî dikin û dixwazin. Ji bo ku ev hêviyên me pêş bikin divê jin bi her awayî bi hêz bibin.”
 
Aktay, bûyera Îpek Er a li Êlihê rû da bû bibîr xist û wiha got: “Mîna bûyera Îpek Er heye. Li wê derê refleksên cuda dikevin dewrê. Jinên Kurd ên rastî êrîşan tên, tenê tên hiştin. Dîsa em jin li hemberî hin pirsgirêkên cuda jî nabin yek. Berî her tiştî, divê jinên ne Kurd jî, zanibin ku Kurd jî xwedî heman mafên wekhevin. Berevajî vê yekê, ev rê wê li cihekê bixitime. Ger jin bibin yek û bi hev re têkoşîna xwe mezin bikin, wê serkeftina xwe bi dest bixin. Ez ji dil bi yekê bawer dikim.” 
 
DESTHILATDARÎ CESARETÊ DIDE!
 
Zuhre Bûlût a li Mamakê dijî jî, da zanîn ku mirov di temenê xwe yê zarokatiyê de fêrî newekheviya zayendî ya civakî dibe û wiha got: “Sedemên tundiya zilam, di temenê biçûk de tê fêrkirin. Îro polîtîkayên desthilatdariyê yên li dijî jinan hene. Desthilatdarî jî alîgirê zilame. Ger piştgirî bidaya jinan, evqas jin nedihatin kuştin.”
Bûlût, dest nîşan kir ku ew her tim xeyal dike ku rojekê bi awayekê azad derkeve kolanan û wiha bi dawî kir: “Jixwe aborî têk çûye. Her tişt ber bi xirabûnê ve diçe. Çi dibe dîsa li jinan dibe. Divê ku zilamên jinan qetil dikin, êdî ji civakê bên vederkirin. Cezayên tên dayîn ne besin. Ger cezayên giran bihatan dayîn, cesaret ne dikirin ku jinan bikujin. Di rastiyê de desthilatdarî cesaretê dide wan.” 
 
POLÎTÎKAYÊN NE CEZAKIRINÊ
 
Jina bi navê Îmral Kozan jî, aşkere kir ku ew her roj agahiya cînayetek jinan digirin û wiha hirsa xwe anî ziman: “Dema ku ez van nûçeyên wiha dibînim, ez naxwazim temaşeyî televîzyonê bikim.”
 
PEYMANA STENBOLÊ
 
Esmeray Munsoglû jî, diyar kir ku faîlên bersûcên cînayetên jinan, îro bi awayekê rehet li derve digerin û ev rewş wiha rexne kir: “Hîna di temenê biçûk de, kêr û tifingê dixin destê zarokan. Em ditirsin ku zarokên xwe bişînin kolanan. Em naxwazin êdî bit irs derkevin kolanan. 
 
Serpîl Turkoglû jî, bal kişand ser Peymana Stenbolê û xwest peyman bê bi cih anîn, da ku jin karibin rehet û azad bigerin.