Çalakî û şahiyên 8’ê Adarê berbelav dibin: Êriş û zext bi me nikarin

  • jin
  • 16:10 2 Adar 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Bi pêşengiya TJA’yê û Meclîsa Jinan a HDP’ê di çarçoveya 8’ê Adarê de li gelek bajaran çalakî û şahî hatin lidarxistin. Jinan destnîşan kir ku ew ê li ber êriş û zextên îqtîdarê rabin û dest ji têkoşîna xwe bernedin. 

 
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a HDP’ê di çarçoveya şahî û çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li gelek bajaran çalakî û şahî li dar xistin.
 
Meclîsên Jinan ên Kongreya Demorkatîk a Gelan (HDK) li Navenda xwe ya Giştî daxuyanî dan çapemeniyê. Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû û Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum û gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de banga çalakî û şahiyên di çarçoveya 8’ê Adarê de wê di 6’ê adarê de li Kadikoyê û di 8’ê Adarê de li Taksîmê li dar bixin hat kirin.
 
‘ÎQTIDAR JI JINAN DITIRSE’ 
 
Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû anî ziman ku îqtidar jinan wek tehdît dibîne û ev îqtidar gav bi gav ji jinan û têkoşîna wan ditirse. 
 
SIYASETA DIJMINANE 
 
Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum jî destnîşan kir ku îqtidar jî siyaseta dijminatiya jinan dike û li dijî her cûre zextên li ser jinan, êriş û tundiyê têkoşîna xwe didomînin û wê dest ji têkoşîna xwe bernedin.
 
PLATFORMA 8’Ê ADARÊ 
 
Platforma Jinan a 8’ê Adarê jî bi wesîleya 8’ê Adarê li avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê daxuyanî da û bang li tevahiya jinan kir ku beşdarî hevdîtina jinan a di 6’ê Adarê de li Kadikoyê were lidarxistin bibin. 
 
LI AGIRIYÊ ŞAHΠ
 
Meclîsa Jinan a HDP’a Agiriyê jî li navçeya Panosê şahî li dar xist. Şahî li Navenda Çandê ya Şaredariyê pêk hat û Hevşaredar Muşerref Geçer û gelek jin beşdarî şahiyê bûn. Beriya bernameyê jinan govend gerand û pişt re jî li sînevziyonê temaşe kirin. Hevşaredar Muşerref Geçer axivî û ew ê her cûre piştgiriyê bidin têkoşîna jinan. Piştî bernameyê hevşaredar qerenfîl û diyarî li jinan belav kir. 
 
LI EDENE ŞAHΠ
 
Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Edeneyê û aktîvîstên TJA’yê li navçeya Ceyhana Edeneyê şahî li dar xistin. Şahî li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Ceyhanê pêk hat û Parlamentera HDP’ê Tulay Hatimogûllari û gelek jin beşdar bûn. Hatimogûllari axivî û bal kişand ser girîngiya têkoşîna jinan û ew ê bi piştevaniyê û rêxistinkirinê têkoşîna jinan mezin bikin û jin li her qadê bi tundiyê re rûbirû dimînin û ev tundî û êriş di serdema AKP’ê de zêdetir bûye. 
 
Hatimogûllari bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan li dijî tecrîdê û binpêkirinên mafan hatiye destpêkirin û xwest demildest daxwaza girtiyan bi cih were û tecrîd were bidawîkirin. 
 
Şahî li ber stranên Koma Ş. Azadî û gerandina govendê bi dawî bû. 
 
QERENFÎL AVÊTIN ÇEM
 
Berdevka HDP Ebrû Gunay, Meclîsa Dayikên Aşitiyê û aktîvîstên TJA'yê û Meclîsa Jinan a HDP’a Mêrdînê çûn gundê Xûrsê ya girêdayî navçeya Qosera Mêdînê û li dijî tecrîda girankirî ya li ser Ocalan û li ser hemû girtyan li çalakiya qerenfîlan biavêjin çem li dar xistin avêtin çem.  Piştî bernameyê li jinan qerenfîl hatin belavkirin û serdana esnafan hat kirin. 
 
Gunay destnîşan kir ku ew di roja jinan de nikarin van qerenfîlan diyarî hevrêyên xwe yên di girtîgehan de bikin û ji bo azadiya wan li ber avê diherikînin. Jinan piştî axaftinê bi berzkirina dirûşmeya "Jin jiyan azadî” qerenfîlên destên xwe avêtin Çemê Xûrsê. 
 Jin ji Xûrsê derbasî navenda Qoserê bûn û li vir jî serdana esnafan kirin û qerenfîl li jinan belav kirin. 
 
PIRA DEHDERÎ YA DÎROKΠ
 
Aktîvîstên TJA’yê û endamên Meclîsa Jinan a HDP’a Amedê li ser Pira Dehderî ya dîrokî şahiya firandina nepoxan li dar xistin. Parlamenterên HDP’ê Semra Guzel û Remziye Tosûn û gelek jin beşdarî şahiyê bûn. Balkêş bû ku beriya şahiyê polîsan Pira Dehderî dorpêç kirin. Rêvebera Rêxistina HDP’a Sûrê  Makbûle Guner di şahiyê de axivî û got: “Em van nepoxan li dijî tundiya li ser jinan difirînin. Em hêvîdarin wê tundî jî wek van nepoxan bifire û biçe.” 
 
Pişt re jinan lîland û nepoxên mor û spî firandin esman. Şahî bi berzkirina dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.