Ji ber ku aştî xwest, lingê wê kelepçe kirin

  • jin
  • 11:22 2 Adar 2021
  • |
img
RIHA - Dayika Aştiyê Adalet Çay a ku 5 mehin di hepsa malê de ye, kelepçeya elektronîk li piyê wê xistin. Çay a bertek nîşanî vê pêkanînê da, wiha got: “Ji ber ku min aştî xwest, lingê min kelepçe kirin.” 
 
Dayika Aştiyê Adalet Çay (60) di 6’ê Cotmeha 2020’an de, li Rihayê bi 3 dayikên aştiyê re hatibû binçavkirin û di 14’ê Cotmehê de jî, dadger bi şertê “hepsa malê” serbest berda bû. Polîsan piştî 5 meh hespa malê, lingê Dayika Aştiyê Çay xistin kelepçeya elektronîk. 
 
Çay, bertek nîşanî vê pêkanînê da û got: “Ez jinek extiyarim. Min aştî xwest, lê wan lingê min kirin kelepçe.” 
 
PIŞTÎ HESPA MALÊ KELEPÇE
 
Çay, da zanîn ku ew hepsî malê hatiye kirin û wiha bilêv kir: “Ez nikarim derkevim hewşa mala xwe. Heya niha ez bi cihekê de nereviyam. Ez dayikim. Naxwazim xwîn birêje. Ez aştiyê dixwazim. Lê yên dijberên me kelepçe xistin lingê min. Destûrê nadin em ji malên xwe jî derkevin. Hevjînê min çû buroya serbestberdana bi kontrol û pirsa kelepçeyê kir. Wan jî ji hevjînê min re gotin, ‘Ferman ji me re hatiye.’ Ev rewş ne qanûnî, ne wijdanî û ne jî exlaqiye.” 
 
ZEXTA DERÛNÎ
 
Çay, dest nîşan kir ku ew û hevjîna xwe bi tenê dijîn û wiha rêz kir: “Ligel vê yekê jî, kelepçe li piyê min xistin. Demek dirêje nikarim derkevim derve. Ez nikarim biçim nexweşxaneyê jî. Ji bo vê mecbûr dimînin ku biçim destûrê bigirim. Di demek nêz de divê herim nexweşxaneyê. Ji bo ku ez karibim biçîm nexweşxaneyê divê ewil ez li Enqerê bigerim. Zexteke derûniyê li min dikin. Ez pir nexweşim. Bi şev nikarim rakevim. Dixwazim ku kelepçeya li piyê min xistine derbixin.” 
 
Dayika Aştiyê Adalet Çay, bi bîr xist ku ew li dijî şere, naxwaze dayik rondikan bibarînin û cardin daxwaza aştiyek birûmet kir.