Ka 194 saziyên jinan li ku ne?

  • jin
  • 09:04 2 Adar 2021
  • |
img

ENQERE - Di rapora Budçeya Navendî ya 2021'ê de tê îdiakirin ku "194 navendên jinan hatine vekirin." Lê belê Hevberdevka Desteya Rêvebiriyên Xwecihî ya Demokratîk a HDP'ê Hediye Karaaslan, destnîşan kir ku ev ne rast e û pirsî: "Ev 194 saziyên jinan ka li ku ne?" 

Wezareta Karên navxweyî rapora "Şaredariyên Ji Terorê Hatine Safîkirin û Xizmetên Wan" parve kiribû. Desteya Rêvebiriyên Xwecihî ya Demokratîk a HDP'ê jî li dijî tawanbariyên vê rapora navendî raporek amade kir û bi raya giştî re parve kir. 
 
Hevberdevka Desteya Rêvebiriyên Xwecihî ya Demokratîk a HDP'ê Hediye Karaaslan, rapora navbirî nirxand.
 
Karaaslan, anî ziman ku armanca vê rapora wan ew e ku manîpulasyon û tawanbarkiyên Wezareta Navxweyî teşhîr bike. Karaaslan, destnîşan kir ku rapora wezaretê xwe dispêre "îftira û manîpulasyon"n û got: "Lê me xwest em bi vê raporê îdia û manîpulasyonên Wezareta Karên Navxweyî pûç bikin û heqîqetê bidin der." 
 
SAZIYÊN HATINE VEKIRIN LI KU NE? 
 
Di rapora wezaretê de hatiye îdiakirin ku "194 navendên jinan hatine vekirin.." Karaaslan, destnîşan kir ku ev ne rast e, ji lewra qeyûman saziyên jinan girtine û xebarkarên jin jî ji kar derxistine. 
 
Karaaslan, bilêv kir ku hinceteke tayinkirina qeyûman jî pergala hevserokatiyê ye û got: "Saziyên jinan û stare girtin. Stareyên jinan an kirin baxçeyên çayxaneyan an jî kirin avahiyên baskên ciwanan ên AKP'î. Niha jî wekî ku destkeftiyên jinan diparêzin xwe didin der. Gava gotin 'me 194 saziyên jinan vekirin' em heyr man. Ka li ku ne? Çima em nabînin?" 
 
ÊRÎŞA LI SER XETA AZADIYA JINÊ 
 
Karaaslan, destnîşan kir ku êrîşên li ser pergala hevseroktiyê, tê wateya êrîşa li ser xeta azadiya jinê û got: "Wezareta îqtidarê dixwaze bi vê feraseta serdestî, pergala me ya hevserokatiyê krîmînalîze bike. Dev ji vekirina navendên jinan berdin, naxwazin li şaredariyan jin hebin. Yanî derdekî wan ê ku destkeftiyên jinan biparêzin tune ye." 
 
MODELA HEVSEROKATIYÊ 
 
Karaaslan ku pergala hevserokatiyê wekî "pergala xweser a civakê" pênase kir, destnîşan kir ku dê qeyûmên ku vîna gel nas nakin biçin û got: "Em ê li herêmên kurdan navên kurdî li kuçe, kolan û parkan bikin. Em ê pergala hevserokatiyê pêk bînin." 
 
‘Ê AKP TÊK BIŞIKÊ' 
 
Karaaslan, destnîşan kir ku gel di hilbijartina 31'ê Adarê de bi awayekî pir aşkere bersiva pergala qeyûm daye û got: "Gel bihêrs e. Mirov heya ne mecbûr bin naçin şaredariyan. Pergala qeyûm, pergaleke rûxiyayî ye. Di dest îqtidarê de ma. Di hilbijartina 2014'an de ji sedî 70'ê şaredariyan di dest AKP'ê de bûn. Lê belê di sala 2019'an de, ev rêje kêm bû, hat di ji sedî 30'yî de ma aliqî. Ev bersiva herî mezin e, li dijî rejîmê. Ê pergala qeyûm, serê AKP'Ê bixwe. Di bara gel û wijdanê de tu beramberiyeke vê pergalê tune ye. Lewma şanesekî wê yê ku bijî nemaye. Ê ev pergal, bi AKP'ê bide windakirin."