Navê xwe ji destanek din girt, lê ew bi xwe bû lehenga destanekê

  • jin
  • 09:03 2 Adar 2021
  • |
img

ŞIRNEX - Jinek ji vir 36 sal berê bû mêvanê Cizîriyan. Çarenûsa navçeyê guhert. Ev jina serhildêr Binevş Agal (Bêrîvan) e. Navê xwe ji destana kurdî ya “Cembeliyê Mîrê Hekkarî û Binevşa Narîn” digire. Wek jinek berxwedêr ji bo jinan bû rêbera destanek lehengiyê. 

Em qala serpêhatî ango çîroka jinekê bikin. Em ê biçin sala 1985’an. Cih navçeya Şirnexê Cizîrê ye. Di şevek sala 1985’an de diçe Cizîrê û dibe mêvana taxek Cizîrê. Her kesî wê bi navek cuda nas dikir. Wê cara ewil xwe wek Zozan bi jinên Cizîrê da nasîn. Zozan di wê serdemê de li dijî tarîtiyê bû çirûska ronahiyê. Ew Zozana ku bû ronahî, Binevş Agal (Bêrîvan) bi xwe ye. Ew jinek êzidî ye. Wê Newroza sala 1992’yan xebatên pîrozbahiya birêve bir. Wê li pey xwe bêhejmar Bêrîvan hişt. 
 
Jin li dijî zilma bi sedan sal serî rakirin û di salên 90’î de li kolan û meydanan bendên tirsê hilweşandin. Dest bi berxwedan û têkoşînê kirin û gav bi gav xwe birêxistin kirin. 
 
Yek ji van jinên dest bi rêxistinê kir Bêrîvan ango Binevş e. Ew di sala 1966’an de li nav malbatek êzidî li gundek girêdayî navçeya Qûbîna Êlihê hat dinê. Navê xwe ji çîrok ango destana kurdî ya "Cembeliyê Mîrê Hekkarî û Binevşa Narîn” digire. Nizanibû wê li Kurdistanê bibe destanek nû. Lê wê ew navê destanê li xwe kiribû. Binevş Agal li gel malbata ji ber zextên darbeya 12’ê Îlonê ya 1980’î koçî Ewropayê dikin. 
 
KEÇA ÊZIDÎ BÊRÎVAN 
 
Binevş Agal li Ewropayê tevgera azadiya kurd nas dike û li wir tevlî meş, çalakî û xwepêşandanan dibe. Pişt re bi awayek çalak beşdarî xebatên têkoşîna azadiyê dibe. Di sala 1985’an de berê xwe dide Rojavayê Kurdistanê û ji wir jî derbasî navçeya Cizîra Şirnexê dibe. Binevşê ango Bêrîvanê li Cizîrê mal bi mal digere û di serî de jinên Cizîrê û tevahiya xelkê Cizîrê bi rêxistin dike. Xelkê Botanê pir ji wê û navê wê hez kirin. Ew bûbû hêviya xelkê Cizîra Botan û êdî sekn û xebata wê di nava xelkê de bûbû destan û ketibû ser zar û zimanê xelkê. Ew bû hêviya rizgariya gelekî. 
 
BÛ REMZA BERXWEDAN Û NAV 
 
Tê gotin ku Bêrîvan jinek pir jîr û serkeftî bûye û her tim wê wek berxwederek tevdîrên xwe girtiye. Çend nasnavan bikar anî ji bo neyê eşkerekirin. Dewlet ferq kir ku li navçeyê gelek jinên PKK’yî hene û demek dirêj ket pey Bêrîvanê. Dewlet li her deverê lê digeriya û sîleha nivîsa “Zozan” li serê nivîsî li şikeftek nêzî Cizîrê hat dîtin û ev deşîfre bû. Di 18’ê Çileya 1989’an de li ser îhbarekê cihê wê deşîfre bû û polîsan û tîmên taybet bi ser malê de girtin. Bêrîvanê xwe radest nekir û heta guleya xwe ya dawî şer kir. Di encama şerek giran de jiyana xwe ji dest da. Jinên Cizîra Botanê pêşenga xwe Bêrîvanê li navçeyê veşartin. 
 
Ji wê rojê heta niha di tevahiya şahî û çalakiyên kurdan de bi taybetî di 8’ê Adarê û Newrozê de Bêrîvan wek remza berxwedanê cih digire û ruhê her tim li vir zindî dikin. Li aliyê din jî Cizîra Botan bû warê Bêrîvanan. Li pey Binevş ango Bêrîvan bi hezaran zarokên wê herêmê û kurd navê wan bû Bêrîvan. 
 
HER BIHAR BÊRÎVANÊ VEDIBÊJIN
 
Jinên li Cizîrê her sal di meha adarê de Binevş Agal (Bêrîvan) a di navbera salên 1985-1989’an de xebata rêxistinkirinê birêve bir û bû pêşengên jinan, bi bîr tînin. Li Cizîrê, jinên bi navê Asya Ûglakli (58) û Bedre Çağdavul (70) ku bi mîrateya Bêrîvan derdikevin qadan ji Ajansa Mezopotamyayê re axivîn û Binêş Agal û têkoşîna wê vegotin. 
 
Destpêkê Asya Ûglakli (58), diyar kir ku bi bangawaziya Bêrîvanê tevlî pîrozbahiya Newrozê û 8'ê Adarê bûye û ji ber van tevlîbûnên xwe hatiye binçavkirin û bi van gotinan qala Bêrîvan kir: "Bêrîvanê bi rihê xwe yê fedakarî jinên Botanê bi wêrek kir. Ji bo 8'ê Adarê em jinên Botanê deyndarê Bêrîvanê ne. Di dîrokê de salên herî zor û zehmet salên 90'î bûn. Di wan salan de axaftina bi kurdî jî pir zehmet bû. Lê li herêmê Bêrîvanê ew tirs şikand. Bi rêxistinkirina jinan û fedakariya xwe rihê jinê yê berxweder ji nû ve zindî kir. Di wan salên zor û zehmet de ku kesek nedikaribû derbikeve derve, Bêrîvanê ji bo 8'ê Adarê û Newrozê  her jinek bi rêxistin kir. Bi rastî jî Bêrîvan jineke zana û serkeftî bû."
 
BI HEZARAN BÊRÎVAN ÇÊBÛN
 
Ûgalakli, da zanîn ku ji Bêrîvanê hêz girtine û xwestine ku hem 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cihanê û hem jî Newrozê  pîroz bikin, lê pêşiya wan hatiye girtin û ev tişt anîn ziman: "Li dijî vê astengiyê me dest bi çalakiya rûniştinê kir. Derdora me hemû girtin û guleyan li me reşandin. Agir berdan têlên ceyranê. Me canê xwe bi zehmetî rizgar kir. Me xwest ku bikevîn taxa Cûdî nehiştin em biçin. Di wê demê de gelek kes hatin kuştin. Lê tişta ku me bihîst Bêrîvan heta ku birindar jî bûye nesekiniye. Jixwe piştî Bêrîvanê li vê herêmê têkoşîna azadiya jinê hat birêxistinkirin. Piştî Bêrîvanê li herêmê bi hezaran navên Bêrîvan hatin rakirin. Heger îro em bikaribin 8'ê adaran û newrozan pîroz bikin, ev bi saya têkoşîna Bêrîvanê ye. Di wan salan em çawa herikin qadan divê îro jî jin di 8'ê adaran de li qadan bin."
 
'JINAN JI BÊRÎVANÊ HÊZ GIRT' 
 
 Bedrê Çagdavul jî bi lêv kir ku bi saya Bêrîvanê li herêmê zanistiya jinê hatiye afirandin û wiha got: "Di wê pêvajoyê de zanistî û rêxistinbûyina jinê di asta herî bilind de bû. Ji ber ku Bêrîvan bi cesaret û fedakar bû. Di wana salan de tundiya li dijî jinê jî pir hebû. Lê li gel hatina Bêrîvanê pêvajoyeke nû dest pê kir. Me xwest 8'ê Adarê û Newrozê bi hev re pîroz bikin, lê em 80 jin hatin binçavkirin. Piştî ku îfadeyê me hat girtin em serbest hatin berdan. Ez jî şahida wan salan im. Di wê rojê de jinan ji Bêrîvanê hêz girtibû û daketibûn qadan. Ew sal nayên jibîrkirin. Heger îro azadiya jinên gihiştibe vê merhelê ev bi saya têkoşîn û berxwedana Bêrîvanê ye. Ez di şexsê Bêrîvanê de 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz dikim."
 
BANDORA NAVÊ BÊRÎVAN 
 
Yek ji jinên ku li Botanê navê Bêrîvan lê hatiye kirin Hevşaredarê Cizîrê Bêrîvan Kûtlû ya tayînî şûna wê hatiye kirine. Kûtlû, têkîldarî mîrateya têkoşîna Bêrîvan axivî û ev tişt gotin: "Min bi rihê Bêrîvanê têkoşîna azadiya jinê nas kir. Bêrîvanê ne tenê li jinan di heman demê de bandor li tevahiya civakê kir. Di dema me ya îro de bi hezaran Bêrîvan hene. Bêrîvan 2 navan bi kar tîne . Yek Zozan û yek jî Bêrîvan. Ji ber xatirê têkoşîna wê li herêma me gelek kesan keçên xwe bi Bêrîvan û Zozan bi nav kir. Piştî wê bi hezaran jinan navê wê rakir. Malbata min jî ji wê bandor dibe û navê min dikin Bêrîvan. Di nasnameya min de heta demeke dirêj navê Bêrîvan nehat nivîsandin. Herî dawî ev 2 sal in min navê xwe di nasnameyê de stand. Hemû hewlêdanên me ew e ku em layîqî navê wê bibin."
 
MA / Zeynep Dûrgût - Arjîn Dîlek Oncel