Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi temaya 8’ê Adarê derket

  • jin
  • 13:01 1 Adar 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara nû ya Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê, bi temaya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê derket.
 
Pêveka rojnameya Yenî Yaşamê ku bi navê “Yenî Yaşam Jin” 15 rojan carekê derdikeve, di 1’ê mijdara 2020’an de dest bi weşanê kiribû. Hejmara Yenî Yaşam Jin a nû ku rojeva jinê dide niqaşkirin û naverokên dewlemend pêşkeşî xwînêran dike, bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi manşeta “Ev serhildan bi malê nayê sînorkirin” derket.
 
Di hejmara 9’emîn a Rojanmeya Jin de hevpeyvîna “Di rêya azadiyê de hevdîtina jinan a mezin” a Nevîn Ceravê bi rêxistinên jinan re kiriye û hevpeyvîna “Ji zilam, dewlet û faşîzmê re deng derxîne!” ya Hîcran Urun bi aktivîsta TJA’yê Sevîm Bîçîcî re kiriye cih digire. Ji aliyê din nivîsa “Ji jinên ciwan re ragihandina serpêhatiyeke 8’ê Adarê ya nivîskara rojnameyê Fîgen Aras û nivîsa “Em xwe diparêzin û parastina femînîzmê” ya femînîsta serbixwe Hulya Osmanagaoglû jî di vê hejmarê de cih digirin.
 
Serenavên din ên ku di vê hejmara rojnameyê de cih digirin jî wiha ne: “Rojnamegera Rûs Akensadr Rybîn ‘Jineolojiya kurd çiye?’ , Nebîle Irmak Çetîn ‘Di dîroka kedê de têkoşîna jinê’, Heval Aslan ‘Wê faşîzm winda bike, jin qezenç bikin’ , Zeynep Altınkaynak ‘Ceribîn’ , Mîzgîn Tekîn ‘Ji New Yorkê ber bi Rojava ve: pêta 164 sal in neyê vemirandin’ , Fîrdevs Hoşer ‘Ji daraza zilam ji bo jinan:Em ji we re mirinê guncav dibînin ne xwedî derketina jiyana we’”
 
Rojname di kategoriya portre de dih dide Ida B. Wells. Nivîsa Lakshmî Gandhî bi navê “Mîrate û jiyana awarte ya Ida B. Wells” tê pêşkeşkirin. Ji aliyê din nivîsa “Çima hêj ji zilamên ku jinan dikujin re tê tehamul kirin?” ya Julie Bindel wergêra wê kirî jî ji nivîseke ku bala xwînêran bikêşe ye.