‘Bi KHK’yan kedkarên tenduristiyê bêdeng dikin’

  • jin
  • 09:25 23 Çile 2018
  • |
img

MÊRSÎN – Hevseroka Şaxa SES'a Mêrsînê Ozge Goncu sosreta îstismara zayendî ya li dijî 115 zarokên ku ducanî mane nirxand, diyar kir ku bi KHK'an kedkarên tenduristiyê bê deng dikin û li ser bûyerê digirin.

115 zarokên keç ên bi îstismara zayendî re rû bi rû man û li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Kanûnî Sutlan Suleyman zarok anîn dinê, bertekên li dijî vê rewşê berdewam dikin. Hevseroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Teduristiyê (SES) a Mêrsînê Ozge Goncu, da zanîn ku wan ew jin li dijî polîtîkayên AKP'ê li qadan têdikoşin û ew ê têkoşîna xwe dewam bikin.
 
Goncu aşkera kir ku qanûnên ku hikumeta AKP'ê derdixe, dijminahiya li dijî jinê bi pêş dixe û zarokan naparêze û ev tişt got: "Jin dê çawa cilan li xwe bikin û dê çawa tev bigerin, desthilatdarî vê biryarê dide. Ev jî her roj şidet, êrîşên zayendî û îstismara li dijî jinê zêde dike. Mînaka herî berbiçav 115 zarokên du canî yên li nexweşxaneyê zarok anîne dinê ne."
 
'DEWLET ÇAVÊ XWE DIGIRE'
 
Goncu destnîşan kir ku tu mekanîzmayeke jinê biparêze û pêşî li îstismarê bigire tune, dewlet li cihê ku mewzûetê pêk bîne, kesên ku bûyera îstismarê derxistine holê ceza dike. 
 
Goncu aşkera kir ku Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatî peywira xwe nayne cih, ew wekî jin xizmeteke civakî ya biqalîte dixwazin û wiha pê de çû: "Em dixwazin mekanîzmaya ku pêşî li şidetê digire û zewaca zarokan ji holê radike bikeve jiyanê. Lê di vê der barê de tu mekanîzma nayê xebitandin. Dewlet çavê xwe ji şidet û zewaca zarokan re digire."
 
‘EWRÊN TARÎ DIGERIN’
 
Goncu destnîşan kir ku li nexweşxaneyan mekanîzmayên ragihandinê hene û kedkarên tenduristiyê di navbera xwe de ragihandinê pêk tînin, li dijî vê rewşê, ji ber ku OHAL û KHK di dewrê de ne, xebatkarên tenduristiyê naxwazin dengê xwe derxin û ev tişt got: "Divê xebatkarên nexweşxaneyê û pisporên xizmeta civakî bûyerên bi vî rengî qeyd bikin. Di warê piştgiriya derûnî, hiqûqî û ewlehiyê de divê piştgiriyê bidin. Lê di demên dawî de zext li ser kedkaran zêde bûne û tên îxrackirin. Li ser kedkaran tirsê ava dikin û ewrê tirsê li ser kedkaran digere."
 
'QANÛNÊN KU DERXISTINE, ÎSTISMARÊ ZÊDE DIKE'
 
Endama Platforma Jinên Mêrsînê Canan Yuce, da zanîn ku polîtîkaya AKP'ê şideta zayendî û îstismarê zêde dike. Yuce derbirî ku ji ber gotin û qanûnên ku hikumet derdixe, sûcên wiha zêde dibin û ev tişt anî ziman: "Tişta herî sosret ew e, di Mijdara 2016'an de qanûn guhertin û îstismara li dijî zarokan bi zewacê çareser dikin û ev bi destê AKP'ê anîn meclisê. Dîsa di Gulana 2017'an de bi pêşnûmeyeke lêkolînê xwestin îstismara li dijî zarokan bê lêkolîn kirin, lê bi dengê zêde yên wekîlên AKP'ê red kirin. Dadgeha Makeqanûnê bi betalkirina qanûnekê re pêşî li îstismara li dijî zarokan vekir."
 
Yuce anî ziman ku her roj di televîzyonan, di rojnameyan, kursiyên li meclisê, civîn û hwd. de îstismara li dijî zarokan tê rewakirin û wiha pê de çû: "Duh gotineke Wezîrê Edaletê ya Bekîr Bozdag hebû. Digot ku 'Li vir dramek heye.' Divê herî zêde ji bo zarokên ku nikarin xwe biparêzin edaletê pêk bîne, ji cezakirina îstismarê re dibêje 'dram.' Dîsa Wezîra Polîtîkaya Civak û Malbatê got ku 'di carekê de tiştek dernakeve.' Jinan li gelek bajaran ev axaftin şermezar kir. Jinên li dijî vê neheqiyê derketin der barê wan de doz vekirin."
 
Yuce aşkera kir ku ruxmê her tiştî jî bûyera îstismarê derketiye holê, hemû tiştên ku diqewimin ji ber vê polîtîkayê pêk tê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Dixwazin li ser vê şermê bigirin, îstismara li dijî zarokan rewa nîşan didin. Dê rojekê hesab bidin."