‘Qeyumê rê li şidetê vekir'

  • jin
  • 08:47 18 Çile 2018
  • |
img

MÊRDÎN - Seroka Şaxa SES'ê ya Mêrdînê Eylem Ergun, diyar kir ku di pêvajoya Rewşa Awarte de bi tayînkirina qeyûman rê li ber şideta mêrî hatiye vekirin. 

Seroka Şaxa Sendîkaya Xizmeta Tenduristî û Civakiyî (SES) a Mêrdînê Eylem Ergun, bal kişand ser bandora neyînî ya Rewşa Awarte ya li ser jinên bajêr û xebatên tenduristiyê. Ergun a ku endama Platforma Jinan a Mêrdînê ye jî, destnîşan kir ku bi tayînkirina qeyûman û polîtîkayên tên meşandin şideta mêrî zêde bûye. 
 
Ergun diyar kir ku beriya îlankirina Rewşa Awarte rêveberên herêmî di warê xebatên jinan û tenduristiyê de bêtir qad vedikirin, lê belê polîtîkayên Rewşa Awarte jinên muxalif qebûl nake. Ergun, bi lêv kir ku berê dema jinan bixwesta çalakî li dar bixistanan tu pirsgirêk dernediketin, lê belê niha ev rewş bi temamî ji holê hatiye rakirin. Ergun, destnîşan kir ku li bajêr destûra lidarxistina çalakiyên jinan nayê dayîn û li gel vê li hemberî jinan berhêlîbûneke neyînî jî zêde bûye. Ergun wiha domand: "Dema di civakê de şidet zêde bibe, şideta mêr jî li malê li ser hevjîn û zarokan zêde dibe. Bi hatina qeyûman re hema bêje jin ji bo çalakiyên xwe cih nabînin. Çi li derve çi li hundur hemû çalakiyên ku me bixwazin li dar bixin, divê em destûrê bistînin. Yanî ji bo jinên li saziyên muxalif ev wisa ye." 
 
Ergun destnîşan kir ku di serdema Rewşa Awarte de tê xwestin ku berberîbûnê têxin navbera jinên nêzî hikûmetê û jinên muxalif û ev tişt gotin: "A rast aramnca van poltîlayan ew e ku jin ku ew dixwazin biafirînin. Platforma jinan ku ez jî endamê wê me, xwest di 8'ê Adara 2017'an de çalakiyekê li dar bixe. Lê destûr nedan. Wek hincet gotin dê herdu komên jinan rûberî hev bibin û pevçûn derkeve. Halbûkî hêleke pevçûner a jinan tune ye, bereksê wê hêleke wan yekîtiyê heye." 
 
'RÊ LI BER ŞIDETA MÊRÎ TÊ VEKIRIN' 
 
Ergun anî ziman ku bi genên civakê tê lîstin û rê li ber şideta mêrî tê vekirin. Ergun got ku ji ber bûyerên şidetê, întiharên jinan zêde bûne û ji ber îxracên di qada tenduristiyê de bandoreke neyînî li ser xizmeta tenduristiyê heye. Ergun got ku bi îlankirina Rewşa Awarte re şidet zêde bûye û ev sîrayetî jin û zarokan dike.