Yuksekdag piştgirî da Kaftancioglu

  • jin
  • 15:57 17 Çile 2018
  • |
img

ENQERE - Hevseroka Giştî ya berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, ji bo piştgiriyê bide Seroka CHP'a Stenbolê Canan Keftancioglu, peyama piştgiriyê şand.

Hevseroka Giştî ya berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag, ji Girtîgeha Kandirayê peyameke piştgiriyê ji bo Seroka CHP'a Stenbolê Canan Keftancioglu şand û piştgirî da Keftancioglu.
 
'POLÎTÎKAYA LÎNCÊ BERHEMEKE BÊ TAHMULIYÊ YE'
 
Yuksekdag di peyama xwe de ev tişt got: "Birêz Canan Keftancioglu ji ber ku hatiye hilbijartin ez wê pîroz dikim, di xebata wê de serkeftinê dixwazim. Ev serkeftina hemû jinan e. Ez bawer dikim dê xebata Keftancioglu, piştgiriyê bide têkoşîna jinê. Kampanyaya lîncê ya li dijî Keftancioglu hatiye destpêkirin, tirsa ji serkeftina têkoşîna mafên mirovan û jinan e û ji vê yekê tehmul nakin. Lê jin li dijî van hemû êrîşên qirêj di berxwedanê de ne û bi biryar in. Ez bawer dikim ku dê Birêz Keftancioglu xwedî li mafên gelan û mexdûran derkeve, ez piştgiriyê didin xebata wê."