‘Her gava ku dengê jinan tê qutkirin, cinayet zêde dibin’

  • jin
  • 15:18 17 Çile 2018
  • |
img

MÊRSÎN - Endama Platforma Jinên Mêrsînê Ezgî Akdag, da zanîn ku bi OHAL'ê re saziyên çapemeniyê hatine girtin, her gava ku dengê jinan tê qutkirin, cinayet jî zêde dibin.

Ji bo Rewşa Awarte (OHAL) bê rakirin, li avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê daxuyanî hat dayîn. Civîna ku gelek jin beşdar bûn de, li ser navê platformê Ezgî Akdag daxuyanî xwend.
 
Akdag aşkera kir ku OHAL'ê jiyana jinan texrîb kiriye û wiha pê de çû: "OHAL ji bo me jinan, li malê, kuçe û li kar bê ewlehî ye. Bi îxbareke piçûk jî dikarin li her derê karê me bê ewlehî bihêlin. Dê di bin çavan de bi parêzer re hevdîtinê bikin an na, dê agahî bidin xizmên wan an na, ne diyar e. Dê ji kar bavêjin û muhtacî hevser, kekê wê, bav û hezkiriyê wê bikin. Bi OHAL'ê re çapemeniya ku dengê jinê bû hat qutkirin."
 
‘DÊ NEGIHÊJIN ARMANCA XWE’ 
 
Akdag diyar kir ku jinên endamên Partiya Şoreşgerî ya Yekgirtî yên li Mêrsînê têkoşîna jinê dimeşîne Cansu Esenlî û Gamze Taşçi hatine girtin, ji ber ku di bin çavan de lêgerîna tazî red kirine, bi şidetê re rû bi rû mane û di vê der barê de jî ev tişt got: "Hevrêyên me yên li bajêr em bi hev re tê dikoşin, bi hinceta OHAL'ê ji têkoşînê wan dûr dixin. Lê dê negihêjin armanca xwe."
 
Akdag derbirî ku ew wekî jin dixwazin OHAL bê rakirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Pergala KHK'ê ya ku pevçûnan kûr dike, xizanî, ne wekheviyê, bê edaletî û şidetê bi pêş dixe û divê ev bê bi dawîkirin. Em ê hînê OHAL'ê nebin."