Di doza îstîsmara Êlihê de 2 bersûcên girtî jî hatin berdan

  • jin
  • 11:24 16 Çile 2018
  • |
img

ÊLIH - Di 2’yemîn danişîna doza îstîsmara li dijî G. a 14 salî ya li Êlihê de, 2 bersûcên girtî hatin berdan. 

Li Êlihê 2’yemîn danişîna doza îstîsmara zaroka bi navê G. a 14 salî ku bi pergalî rastî îstîsmarê dihat, li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê hat dîtin. Parêzerên Komîsyona Mafê Zarok û Jinan a Baroya Êlihê, parêzerên bersûcan û 2 jê girtî 5 bersûcên ji “Îstîsmara zayendî û bi darê zaro xistina tora fihuşê” tên darizandin jî beşdarî dozê bûn. Ji ber sûcên girtî Şakîr A. bi îdîaya nexweşe beşdarî danişînê nebû.   Danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. 
 
DIVÊ BERSÛCÊN DERVEDE JÎ BÊN GIRTÎN
 
Piştî şahid hatin guhdar kirin, parêzerê Midûryeta Bajêr a Polîtîkayên Civak û Malbatê Latîf Kutlu, diyar kir ku şahid hatine beralî kirin û li gorî dîtbariya xwe axivîn. Dûre parêzera G. Sîbel Goksoy parastin kir û wiha got: “Sûcên bersûcan li ber çavane. Divê bi cezayên herî giran bên ceza kirin.  
 
Parêzara li ser navê Komîsyona Mafê Jinan beşdarî dozê bû Kubra Demîr jî, parastin kir û wiha axivî: “Em dixwazin  biryar bê dayîn  ku Erdal û Gokhan T weke şahid bên guhdar kirin. Li gorî hemû delîlên di çarçoveya dosyayê de, mirov nikare baweriya xwe tenê bi şahidiya K. û E.  bîne. Gelek delîlên sûc ên bersûcan di dosyayê de xuya dikin hene. Em dixwazin rewşa girtîbûna bersûcan bidome û yên dervede jî bên girtin.”
 
Şandeya dadgehê, bi şertê “kontrala edlî” biryara serbest berdana Yildiz Ç. û Eflatûn E. dam û doz taloqî 26’ê Adarê kir. Parêzerên Komîsyona Mafê Jinan, diyar kirin ku dê biryarê îtîraz bikin.