'Ne Ayşe Gokkan ne jî jinên din wê serê xwe ji êrişan re netewînin’

  • jin
  • 16:04 31 Cotmeh 2020
  • |
img
RIHA – Jinan li Rihayê bi daxuyaniyeke çapameniyê daxwaz kir ku Berdevka Demê ya TJA’ya Ayşe Gokkan û jinên din ên di bin çavan de bên berdan. 
 
Di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve hatibû destpêkirin de Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan jî di nav de 14 jin hatibûn binçavkirin. Li Rihayê jinan bi daxuyaniyeke çapameniyê bertek nîşanî van binçavkirinan da
 
Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, bi komek jin re li taxa Duger a navçeya Xelîliyê ya Rihayê daxuyanî da. Surucu, binçavkirinên gelek caran a Gokkan bi bîr xist û bang kir ku  Gokkan û jinên din ên di bin çavan de bên berdan. 
 
Daxuyanî bi berzkirina dûrişmeya “Em xwe diparêzin” bi dawî bû.