Jinên HDP'yî û Komîsyona Jinan a PE'yê hevdîtin pêk anîn

  • jin
  • 13:25 23 Cotmeh 2020
  • |
img

ENQERE - Dîplomasiya Jinan a HDP'ê û Seroka Komîsyona Wekheviya Jinan a Parlamentoya Ewropayê (PE) Regner re bi online hevdîtin pêk anîn. 

 
Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, Hevberdevka Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP'ê Feleknas Ûca, endama Koordînasyona Jinan Feray Mertoglû û Nûnera HDP'ê ya li Elmanyayê Leyla Îmret bi rêya înternetê bi Seroka Komîsyona Wekheviya Jinan a Parlamentoya Ewropayê (PE) Evelyn Regner re hevdîtinek çêkirin.
 
Di civîna online de Başaran bal kişand ser êrişên li dijî jinên kurd û got: "Bi taybetî destavêtin û destdirêjiya bi destê hêzên dewletê li bajarên kurdan tên kirin. Ev yek rêbaza şerê taybet e. Çawişê pispor Mûsa Orhan ê ku bû sedema mirina Îpek Er li Êlihê hat berdan. Divê ew tevî jinên li cîhanê têkoşîna hevpar mezin bikin."
 
Evelyn jî piştgiriya xwe ya ji bo HDP'ê nîşan da.