Li Amedê jinek hat qetilkirin

  • jin
  • 13:18 21 Cotmeh 2020
  • |
img
AMED – Li navçeya Yenîşehîrê jina ciwan a bi navê Melek Arslan hat qetilkirin. 
 
Li kuçeya Hunerê ya li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê, di encama êrîşeke çekdarî de jina ciwana a bi navê Melek Arslan (24) hat qetilkirin. Hat hînbûn ku Arslan ji Semsûrê hatiye Amedê û ji aliyê birayê xwe ve hatiye kuştin. Birayê Arslan li cihê bûyerê ji aliyê polisan ve hat binçavkirin.