Berfîn Ozek: Niha wateya hevoka 'heya neyê serê mirov, mirov fêm nake' baş fêm dikim

  • jin
  • 09:16 7 Cotmeh 2020
  • |
img

HATAY - Li Casîm Ozan Çeltîk ê ku bi kezavê Berfîn Ozekê birîndar kiribû, 13 sal û 6 meh ceza lê hatibû birîn. Niha jî Ozek hewl dide ku cezayê hatiye birîn bişîne Dadgeha Bilind. Ozekê ji bo êrişa lê hatiye kirin got: "Niha wateya hevoka 'heya neyê serê meriv, meriv fêm nake' baş fêm dikim." 

 
Li navçeya Îskenderûn a Hatayê, di 15'ê Çileya 2019'an de Casim Ozan Çeltîk bi kezavê êrîş biribû ser Berfîn Ozek a 19 salî û ew birîndar kiribû. Ji ber vê 13 sal û 6 meh ceza li Çeltîk hatibû birîn. Dadgeha Îstinafê di 23'yê Îlonê de cezayê hatibû birîn pesend kir. 
 
Berfîn Ozekê di dema darzandinê de dev ji giliya xwe berdabû. Di meha Nîsanê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakiyî parve kiribû ku Çeltîk efû kiriye. Lê piştî demekê cardin daxuyand ku şaşoyek kiriye û wê dev ji têkoşîna xwe bernede. Niha jî ji bo temyîza biryarê wê serî li Dadgeha Bilind bide. 
 
'BI BER NEDIKETIM BÊ KA KÎJAN RAST E YAN ŞAŞ E' 
 
Ozek, anî ziman ku di dema devjêberdana giliya xwe de kesî gef lê nexwariye û got: "Sedema ku min dev ji giliya xwe berda, rewşa min a derûnî bû. Di warê laşî û ruhî de nemabûm. Bi ber nediketim bê ka kîjan rast e yan şaş e. Ji ber rewşa xw eya derûnî min biryareke wisa şaş girtibû." Ozek, anî ziman ku piştî dev ji giliya xwe berdaye biryar girtiye ku ji malê veqete û got: "Di biryareke wiha de qethiyen wê piştgirî nedana min. Armanca min ne xirabkirina kesî an jî înkarkirina hin tiştan bû. Di vî warî de siûda min tim heye. Bi saya hin mirovan min ji min bêtir nas dikin bi xwe ve hatim. Min dixwest bi tenê bimînim, lê ez tenê nehiştim. Bêyî şert û merc li cem min man, axirê hene." 
 
'WÊ TÊKOŞÎNA MIN A HIQÛQÎ BIDOME' 
 
Ozekê ji bo nûçeyên ku piştî dev ji giliya xwe berdabû hatibûn weşandin jî got: "Ez bi Çeltîk r enezewicîm. Ev tenê xwe xapandin bû. Gava li se rwê demê difikirim hîs dikim ku mêjiyê min ditevizî. Min dest pê kir û lis er derûniya mirov hûr bûm. Sirf ji bo fêm bikim bê çima min ev tişt kir. Helbet niha fêm dikim bê tiştekî çi qas eletewş bûye, lê divê neyê ji bîr kirine ne mimkun e ku keseke ku çavek wê çûbe û nîviyê ser çavê wê şewitîbe hiş bernede. Niha wateya hevoka 'heya neyê serê meriv meriv fêm nake' baş fêm dikim." 
 
Ozekê got, wê têkoşîna wê ya di warê hiqûqî de bidome. 
 
MA / Hamdûllah Kesen