23 salên bê Gûrbetellî: Wêrekî, biryardarî û xîreta wê li her deverê ye

  • jin
  • 12:25 6 Cotmeh 2020
  • |
img

STENBOL - Gurbetellî Ersoz yekemîn jin e ku Gerînendeya Weşana Giştî ya li Tirkiyê kiriye ye. Ersoz 23 sal berê jiyana xwe ji dest da û wek her sal ji aliyê hevpîşeyên xwe ve tê bibîranîn. 23 sal in hevpîşeyên Ersoz li ser rêça wê dimeşin. 

Rojnamevan Gurbetellî Ersoz yekemîn jin e ku Gerînendeya Weşana Giştî ya li Tirkiyê kiriye ye. Ersoz di 7’ê Cotmeha 1997’an de li herêma Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da. Di sala 2013’an de rojnamevanên jin ên kurd 7’ê Cotmehê wek “Roja Rojnamevanên Jin ên Kurd” ragihandibûn. Şagirtên Gurbetellî Ersoz û bi dehan rojnamevanên di oxira vê xebatê de canê xwe ji dest dane pênûsên wan wek mîrateyek ji xwe re hildane û wê îsal jî di şexsê Gûrbetellî Ersoz de rojnamevanên jiyana xwe ji dest dane bibîr bînin. Rojnamevan dibêjin ku ew ê wek berdewamên wan pênûsên wan bi serbilindî hildane û dê her binivîsinin. 
 
Ersoz di 11’ê tîrmeha 1965’an de li gundê Zîver a girêdayî navçeya Palûya Xarpêtê tê dinê û dibistana seretayî li gund dixwîne. Pişt re malbata wê koçî Edeneyê dike. Ersoz li Edeneyê xwendina xwe didomîne û Beşa Kîmyayê ya Fakûlteya Fen û Edebiyatê ya Zanîngeha Çûkûrovayê qezend cike. Ersoz zanîngeha xwe diqedîne û li ser qada xwe lêkolînan dike. Ersoz di salên zanîngehê de bi siyaseta kurd re tê nasîn. Cara ewil di sala 1989’an de tê binçavkirin û 15 rojan bi êşkenceyê re rûbirû dimîne. Ersoz pişt re tê girtin û 2 sal li girtîgeha Meletiyê tê ragirtin. 
 
JINA EWIL A GERÎNENDEYA WEŞANA GIŞTÎ YE
 
Ersoz di nîsana 1993’yan de ji hepsê tê berdan û li Rojnameya Ozgur Gundemê wek Gerînendetiya Weşana Giştî dest bi rojnamevaniyê dike. Ersoz ji bo rojnamevanên jin pêşnge ku yekem jina ku gerînendetiya weşana giştî ya rojnameyekê kiriye. 
 
‘RASTÎ BIHATANA NIVÎSANDIN, WÊ EWQAS MIROV NEMIRINA’ 
 
Ersoz di hevpeyvînek wê serdemê de dibêje “Ozgur Gundem rojnameyek dijîtî ye, me xwest em cuda liv an pirsgirêkan binêrin, ev yek jî wêrekiyê dixwaze. Ez nabêjim mukemel e lê belê her çiqas qeba be jî me cudayiyê zeft kiriye. Em wek rojnameya kurd pênase dikin. Gotin pirsgirêka kurd tune ye, lê me got ‘ev rastiyek e.’ Niha çapemenî jî dibêje ‘pirsgirêka kurd heye.’ Bi giştî çapemenî rastiyan nanivisîne. MGK brîfîngê dide çapemeniyê. Tiştek wiha li kîjan welatî heye? Niyeta baş a nuçegihan têr nake. A girîng ew e ku hilberîna derdixin holê ji kî re xizmet dike. Heke çapemeniyê rastiyê binivîsanda wê ewqas însan nemirina.” 
 
Ersoz derbarê gerînendetiya weşana giştî ya ewil li Tirkiyê jî wiha dibêje “Bêguman gerînenditiya weşanek giştî ya ji aliyê jinek kurd ve gelek girîng e. Di salên dawî de jina kurd ji zilaman bêtir xebat birêve biriye. Îro cihê ez gihîştimê bi vê têkoşîn û xebatê ve girêdayî ye.” 
 
CARA 2’YEMÎN TÊ GIRTIN 
 
Di vê navberê de Rojnameya Ozgur Gundem di hedefa êrişan de ye. Her ku diçe zextên li ser rojnameyê zêde dibin. Nûçegihan û belavkarên wê li naverasta meydan û kuçeyan tên qetilkirin û binçavkirin. Di 10’ê kanûna 1993’yan de bi deha polîs bi ser avahiya rojnameyê de digirin. Xebatkarên rojnameyê û Ersoz tên binçavkirin û 13 rojan bi êşkenceyê rûbirû di binçavan de tên hiştin. Piştî 13 rojan Ersoz carek din tê girtin û wê dişînin Girtîgeha Sagmalcilar. Ersoz di danişîna ewil a hezîrana 1994’an de tê berdan û demek din jî li rojnameyê dixebite. Li dijî zextên zêde dibin di sala 1995’an tevlî PKK’ê dibe. Ersoz di pevçûnek 7’ê Cotmeha 1997’an li herêma Başûrê Kurdistanê derdikeve de jiyana xwe ji dest dide. 
 
‘MIN JIYANKIRINÊ BIJART’ 
 
Ersoz çûna xwe ya çiyê wiha vedibêje: “Li girtîgeha ewqas êşkence li min kirin, an ez ê bimirim an jî min ê tevlîbûna PKK’ê qebûl bikira. Min jiyankirinê hilbijart.” 
 
WÊREKÎ, BIRYARDARÎ Û XÎRETΠ
 
Siyasetmedara kurd Gultan Kişanak a bi Ersoz re xebitîbû di hevpeyvînekê de wiha dibêje: “Tu karek xwe ji roja din re nedihişt. Her tim lez dikir. Pir ji karê xwe hez dikir. Dema Gûrbetellî bû gerînendeya giştî, rojnamevanî dîroja ji agir bû. Di serdemek wiha de gerînendetiyê kir. Bi wêrekî, bi biryarî û bi xîret dixebitî. Hêz dida me hemûya.” 
 
BI DEHAN ŞAGIRT LI SER RÊYA WÊ DIMEŞIN 
 
Her çiqas bi ser wefata Ersoz de 23 sal derbas bûne jî lê hevrêyên wê ango şagirtên wê pênasûa wê ya bi hêz li erdê nehiştin û tevî astengî, kuştin, girtin û êrişan jî rojnamevanên jin pêşengtiya rojnamevaniya jinan dikin. 
 
‘WÊREKIYA WÊ WÊREKIYÊ DIDE ME’ 
 
Midûra Karên Nivîsê ya Rojnameya Yenî Yaşamê Încî Aydin ji bo bîranîna Ersoz diyar kir ku gerenîndetiya ewil a jinek wek Gûrbettelî Ersoz ji bo wan serbilindahiye û wê rojnamevaniya jinan li pêş xistiye. Aydin anî ziman ku wêrektiya Ersoz ji wan re wek mîrateyek maye û ev wêrekiya wê rê li ber wêrekiya rojnamevanên roja heyî vekiriye. Aydin diyar kir ku îro zextên pirr cidî li ser rojnamevanan hene û got: “Em li ser xet û şopa Gûrbetellî Ersoz dimeşin. Têkoşîna me li her qadê didome. Em ê mîrateya wê mezin bikin. Ez bi vê wesîleyê Ersoz carek din bibîr tînim.” 
 
MA / Semra Tûran