Leşkeran êrîşî gora Fidan Dogan kirin

  • jin
  • 14:17 9 Çile 2018
  • |
img

MEREŞ - Leşkeran êrîşî girseya li ser gora Fidan Dogan, kom bûn û Fîdan Dogan bibîr anîn kir. Leşkeran ala kesk, sor û zer a li kevirê gora Dogan hatiye pêçan jêkir û qurnefilên li ser gorê rakir. 

Komek endam û rêveberên HDP, DBP û KCD'ê ji bo 3 jinên kurd ên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez bibîr bînin li ser gora Fidan Dogan kom bûn û bernameya bîranînê pêk anîn. Koma ku di navde Parlamenterên HDP'ê Leyla Birlik û Dilek Ocalan endamên Meclisa HDP'ê, rêveberên DBP û KCD'ê hebûn, li Gundê Molebutton ê Elbîstana Mereşê kom bûn û bernameya bîranînê pêk anîn. Di ketina navçeyê de polîsan heyet asteng kir. Piştî astengiya polîsan kom derbasî gund bûn. Vê carê leşkeran Heyet di ketina goristanê de asteng kir. Tevî hemû astengiyên leşkeran heyet çûn ser gora Fidan Dogan û ew bibîr anin. Jinên li ser gora Dogan kom bûn, qurnefil danîn ser gora Fidan. Leşkeran li ser gorê mudaxaleyî jinan kir û bi zor û heqaretan jin derxistin dervê goristanê. Leşkeran piştre ala kesk, sor û zer a li ser kevirê gorê rakirin û qurnefilên li ser gorê  rakirin. 
 
Heyet piştre ji herêmê vegeriya.