Mirina Pakîze nehat ronîkirin: Berpisyar hevjînê wê ye

  • jin
  • 09:09 16 Îlon 2020
  • |
img
AGIRÎ – Dayika Pakîze Oztaş ku li navçeya Tûtaxê piştî nîqaşa ku bi hevjînê xwe re kiribû, bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû Jiyan Başboga, diyar kir ku hevjînê wê ji mirina keça wê berpirsyar e  û ji bo ku dev ji giliya xwe berdin pêşniyara pere li wan hatiye kirin. 
 
Di 19’ê gulanê de li gundê Qerexalitga Jêrê yê navçeya Tûtaxê ya Agiriyê, jina ciwan Pakîze Oztaş (23) a dayika 2 zarokan, piştî nîqaşa ku bi hevjînê xwe A. Oztaş re kiribû, bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû. Piştî bûyerê hevjînê Oztaş, A. Oztaş hatibû binçavkirin, lê piştî 2 rojan hatibû berdan. Li gel ku di ser bûyerê de 4 meh darbas bûne jî di lêpirsîna ku derbarê bûyerê de hatibû destpêkirin de tu pêşveçûn çênebûye. 
 
‘TUNDIYÊ KEÇA MIN BER BI MIRINÊ VE BIR’
 
Dayika Oztaş, Jiyan Başboga, derbarê bûyera keça xwe de axivî û diyar kir ku keça wê ji aliyê hevjînê xwe hatiye kuştin û renge întiharê dane kuştina keça wê û wiha got: “Keça min bi dilê xwe zewicî lê piştî demekê ji aliyê hevjînê xwe hat xapandin. Piştre keça min bi tenê dihat hiştin. Dema ku keça min ji bo vegerandina malê lê digeriya jî heqaretê li keça min dikir. Di nav 6 mehan de heqaret û zilma ku li keça min dikir zêde bû. Ev jî keça min ber bi mirinê ve bir. Carek jî dema ku hevjînê keça tundiyê lê dike jê re dibêje, ‘heke xwedê te nekuje jî ez ê te bikujim. Ez ê bifetisînim’.” 
 
ŞAHIDÊ 7 SALΠ
Dayik Başboga, destnîşan kir ku roja ku keça wê dawî li jiyana xwe anîye jî tundî lê hatiye kirin û ev tişt got: “Piştî ku tundî lê hatiye kirin bi girî çûye mala xwe. Êdî A. Oztaş li malê çi bi keça min kiribe, piştî demekê jiyana xwe ji dest daye. Dema ku keça min birine nexweşxaneyê jî A. Oztaş bi keça min re neçûye nexweşxaneyê. Malbata Oztaş, zarokeke keç a 7 salî ku agahiya wê ji bûyerê tuneye bi tirsandinê kiriye şahid û jê xwestiye ku bibêje roja ku bûyerê A. Oztaş ne li mal bûye.”
 
‘HEKE EDALETA DEWLETÊ HEBÛNA…’ 
 
Di berdewamê de Başboga, da zanîn ku agahiya gundiyan jî tundiya ku li keça wê hatiye kirin hebûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke mirovek tundî û îşkenceyê nebîne wê çawa dev ji zarokên xwe berde û întîhar bike? Hê hî rapora otopsiyê ya keça min derneketiye. Heke edaleta dewletê hebûna wê kesên bûne sedemê keça min ceza bikira. Heta dawiya emrê xwe jî ez ê gilî bikim. Kezeba min dişewite. Hem êşa keça min hem jî her dû zarokên ku li pey xwe hiştine dilê min dişewitînin. Hin kesan kirin dewrê xwestin em bi pereyan li hev bin. Em ne doza pereyan doza keça xwe dikin. Tenê dixwazim amûrên ku me ji keça min re kiriye li wê malê bimînin. Heke heq û hiqûq hebe bila kes vê zilmê qebûl neke. Ez naxwazim canê tu jinekê bê şewitandin.” 
 
MA / Ozlem Yayan