Sêla nên jê re bûye çavkaniya debarê

  • jin
  • 09:00 14 Îlon 2020
  • |
img
ŞIRNEX – Li Cizîrê Hacer Yîgît, li ber mala xwe sêlek daniye û li ber qêleqijê nanê sêlê çêdike û pê debara malbata xwe dike. 
 
Li Taxa Yafes a Cizîr a Şirnexê Hacer Yîgît, li ber mala xwe sêlek daniye û li ber qêleqijê nanê sêlê çêdike. Yîgît, pêşî ji bo malê nanê sêlê çêbike sêla xwe daniye, lê piştî dibîne bala gelek eksan dikişîne û tên nan jê dikirin, vê carê ji xwe re dike çavkaniya debarê. Yîgîtê ewilî bi destan hevîrê xwe distrand lê belê niha makîneya strandina hevîr stendiye û pê hevîrê xwe distrîne. Yîgît rojê zêdeyî sed nanî dipehtîne. 
 
Yîgît, bilêv kir ku 5 sal in vî karî dike û got: "Ev bi derfetên xwe dixebitim. Ne muhtacî dewletê ne jî meaşekî me. Her cara ku mirov nan dixwazin ez jî bi dilxweşî çêdikim. Ew arvanê xwe dîtin. Ez jî çêdikim. Saloqat vî karî dikim. Havîna jî piranî ji ber ku dinya biroj germ e , danê êvarî çêdikim. Zehmetiyên wê hene, lê ji ber ku muhtacî kesî nabim hez ji vî karî dikim."