Bi qirş û qalên bi ava Dîcleyê tên tendûrên xwe sor dikin

  • jin
  • 09:16 6 Çile 2018
  • |
img

ŞIRNEX – Di zivistanê de bi baranê re birha Çemê Dîcleyê bilind dibe û ji ber vê gelek qirş û qal bi avê re tên. Jin van qirş û qalan berhev dikin û wan di tendûran de dişewitînin. 

Li Cizîra Şirnexê, ji ber baranê birha Çemê Dîcleyê bilind bû. Ev bilindbûna ava çem bi xwe re gelek qirş û qalan jî tîne .Jin van qirş û qalan kom dikin û wan di tendûran de ji bo pihêtina nan dişewitînin. Hin jinên li taxên nêzî Çemê Dîcleyê rûdinên, bi taybetî di payîz û zivistanê de ji bo komkirina qirş û qalan tên qeraxa çem. Bi piranî dema kes tune be jin tên qeraxa çem û qirş û qalên kom dikin dibin malê. 
 
Meryem Dorûka 60 salî ku mala wê nêzî çem e, yek ji van jina ye ku bi salan e qirş û qalan kom dike. Dorûk destnîşan kir ku ew her sal vî karî dike û qirş û qalên berhev dike, êvarî zarokên wê alîkariya wê dikin û dibe malê. Dorûk got ku talûkeya vî karî jî heye û dibe ku mirov bi ber avê de jî biçe, lê belê êdî ew hîn bûye û heta ku li malê rûnê tê vî karî dike.