Damezrînera Komeleya Jinan a Rosayê Gezgor hat berdan

  • jin
  • 13:27 4 Îlon 2020
  • |
img
AMED - Endama damezrînera Komeleya Jinan a Rosayê Narîn Gezgoz hat berdan. 
 
Endama damezrînera Komeleya Jinan a Rosa Narîn Gezgor a  bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” di 24’ê Gulanê de, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê ya derbarê Komeleya Rosa bi rêve bir de hatibû girtin, hat berdan.   
 
Gezgor ji ber endamtiya Kongreya Jinên Azad (KJA) a di dema OHAL’ê de bi KHK’ê hat girtin, xebatên Komeleya Alîkarî û Piştevahiyê ya Rojeva, xebat û endamtiya Komeleya Jinan a Rosa û xebatên wê yên di nava HDP’ê de hat sûcdarkirin.
 
Gezgor a 4 mehin li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Amedê dihat girtin, ji aliyê 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ku lê dihat darizandin ve di encama lêkolîna girtina wê de, biryara berdana wê hat dayîn.