'Em ê kesên faîlên tundî û îstîsmaran diparêzin teşhîr bikin’

  • jin
  • 16:31 3 Îlon 2020
  • |
img

WAN - Meclîsa Jinan a HDP û aktîvîstên TJA’yê, derbarê tacîz, qetilkirin, tecawîz û tundiya li dijî jin û zarokan daxuyanî dan û gotin: “Em ê kesên faîlên tundî û îstîsmarkaran diparêzin teşhîr bikin.” 

 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA), derbarê tacîz, tundî û tecawîzên li dijî jin û zarokan ên di demên dawî zêde bûn de li avahiya partiyê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê civîna çepemeniyê li dar xistin. Parlamenterên HDP’ê  yên Wanê Mûazzez Orhan û Mûrat Sarisaç, hevşaredarên qeyûm tayînê cihê wan hatni kirin û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
TUNDÎ ZÊDE DIBE 
 
Wekîla HDP’ê Mûazzez Orhan di daxuyaniyê de axivî û peyama “Em li dijî îstîsmar û tundiyê li vê derê ne da.” Orhan, diyar kir ku her ku têkoşîna jinan mezin dibe, gotin û polîtîkayên desthilatdariyê, mafê jiyanê yê jinan tune di hesibîne. Orhan, da zanîn ku her ku diçe cînayet û tundiya li dijî jinan zêdetir dibe û wiha got: “Cînahetên jinan dewam dikin. Di meha Hezîranê de 27 û di meha Tîrmehê de jî 36 jin hatin qetilkirin.” 
 
‘EMÊ FAÎLAN TEŞHÎR BIKIN’
 
Orhan, dest nîşan kir ku di dema desthilatdariya AKP’ê de ji sedî hezar û 400 komkujiyên jinan zêde bûn û ev peyam da: “Îsal 15 hezar jin rastî tundiyê hatin û 7 hezar û 500 zarok hatin îstîsmarkirin. Ev jî encama polîtîkayên ne cezakirin û dijmimnantiya jinane. Lê emê her tim kesên faîlên tundî û îstîsmarkaran diparêzin teşhîr bikin. Emê şopdarê dozên jinan bin.”
 
Piştî axaftinê, daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Em ê bêdeng nebin, em natirsin, em ê îtaetê nekin” bi dawî bû.