Başaran: Îqtîdara xwedî li Orhan derdikeve ji bo Kadirova çi kir gelo?

  • jin
  • 12:50 3 Îlon 2020
  • |
img

ENQERE – Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Başaran diyar kir ku îqtîdar xwedî li tecawizkar Mûsa Orhan derdikeve û îqtîdar ji bo Nadîr Kadirova ya bi guman li wekîlê AKP’ê hat dîtin çi kiriye gelo? 

 
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başarn li navenda giştî ya partiya xwe têkildarî rojeva jinan civîna çapemeniyê li dar xist. 
 
Başaran 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê pîroz kir û got herî zêde şer bandorê li ser jinan dike. Başaran bal kişand ser berdana tecawizkar çawişê pispor Mûsa Orhan ê bû sedema mirina Îpek Er û got: “Ev rewş rewşek meyldariya taybet e. Di encama vê yekê de pêk hatiye.” Başaran da zanîn ku li dijî berdana Orhan nerazîbûn û hêrsa jinan bilind dibe û got: “Lê mixabin em dibînin ku çapemeniya nêzî îqtîdarê û berdevkên îqtîdarê xwedî li Mûsa Orhan derdikevin û wî diparêz in. Hema bêje her roj hin nivîsên ku Îpek Er sûcdar dikin û didin nîşandan û Mûsa Orhan jî mexdûr didin nîşandan tên nivîsandin. Em baş dibînin ku ev yek tê birêxistinkirin.” 
 
‘MÛSA ORHAN TÊ PARASTIN’
 
Başaran anî ziman ku îqtîdar dixwaze kiryar Orhan bê ceza bimîne û got: “Em dibînin ku kiryar diparêz in û li derdora wî mertalan çê dikin. Wî bi xwe gotibû ‘tiştek bi min nayê.’ Tiştek ji Mûsa Orhan nebû, tevî ku di dosyeyê de sûcê wî eşkere ye û sabît e jî lê dîsa hat berdan. Ji wezîfeyê hat girtin lê bes dest û milê xwe dihejine û digere. Îqtîdar xwedî li tecawizkar Mûsa Orhan derdikeve û îqtîdar ji bo Nadîr Kadirova ya bi guman li mala Parlementerê AKP’ê Şîrîn Unal hat dîtin çi kiriye gelo? Dosye bê dozvekirinê bi encam bû.”