Ocalan bang li CPT kir: Erka dikeve ser milê we pêk bîn in

  • jin
  • 15:34 30 Îlon 2017
  • |
img

RIHA – Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Dîlek Ocalan bal kişand ser astengiyên hevdîtina bi Ocalan re û bang li CPT’î kir ku peywîra dikeve ser milê wan pêk bîn in. 

 
Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya kampanya “Tecrît wê winda bike wê azadî bi ser bikeve” li navçeya Sîwêrega Rihayê panel li darxist. Panel li avahiya Rêxistina HDP’a Sîwêregê pêk hat. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Dîlek Ocalan aktîvîstên TJA û gelek jin beşdar bûn. Panelê bi deqîqeyek rêz girtinê dest pê kir. 
 
Axaftina vekirinê ya panele Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu kir. Surucu destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan roj bi roj giran dibe û tecrîda li ser Ocalan li dijî gelê kurd pêk tê. Surucu diyar kir ku azadiya Ocalan tê wateya azadiya jinên kurd. 
 
‘FELSEFEYA OCALAN LI ROJAVA YE’ 
 
Aktîvîsta TJA’yê Gulcîhan Şîmşek jî axivî û got: “Li Rojava felsefeya Ocalan jiyan da mirovan. Felsefeyek azadiya jinê ji xwe re esas digire ye. Çunkî azadiya jinê dê azadiya civakê jî bîne. Îro li ser Serokatiyê tecrîdek giran tê meşaindin. Çawa duh jinan got ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ li berxwe dan îro jî em li heman nokteyê ne. Ji ber vî awayî jî jin îro jî dibêjin ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin.’ Dê têkoşîna xwe berdewam bike.” 
 
‘CPT’Î PEYWIRA XWE BICIH NAYÎNE’
 
Parlamentera HDP’a Rihayê Dîlek Ocalan jî balkişand ser tecrîda girankirî ya li ser Ocalan û wiha axivî: “Erdogan bi feraseta yek kesî dixwaze pergala xwe pêş bixwe. Rêbertî jî ji bo hemû gelan, bi felseyek gerdûnî li çareseriyê digere. Ji ber vê yekê hatiye tecrîd kirin. CPT’î peywira xwe bicih nayîn e. 2 salin em ji Rêbertiyê agahî nagirin. Di pêvajoya çareseriyê de xwîn ji pozê kesekê nehat. Hikûmetê pêvajoya çareseriyê bi dawî kir. Îro hevserok û parlamenterên partiya me digirtîgehê dene. Dixwazin gel û partiya me kuletiyê bikin. Kurdan duh jî koletî nekirin û dê îro jî kuletiyê nekin. Li dijî hemû êrîşan me serî netewand û em têkoşîna xwe birêve dibin.  Ji bo dengê partiya me qût bikin, sê partî hatin gel hev. Ew jî dizan in dê nekarin vê yekê bi serbixwe. Ew jî gel û partiya me dizanin. Em îro ji bo azadiya xwe têdikoşin. Heya ku em azad nebin, emê dest ji têkoşînê bernedin.”  
 
'EMÊ KEVNEŞOPIYA BERXWEDANÊ BIDOMÎNIN’
 
Ocalan balkişand ser gotina Seyît Riya ya “Em bi lîstîkên we re nehatin serî, ev ji bo min bû dert, we jî serî li min ne tewand, bila ve jî ji bo we bibe dert” û wiha domand: “Duh Seyît Riza, îro jî li Cizîrê Mehmet Tunc gotin dê serî netewîn in. Em ê jî şopdarê vê berxwedan û têkoşînê bin. Baweriya me bi gelê me heye. Rojek zû ne yek dereng dê gelê me bi rihê berxwedanê biçe serkeftinê. Em ê bi gelê xwe re  tax bi tax, derî bi derî û qad bi qad bigerin. Heya ku Rêbertî azad bibe û tecrîd bidawî bibe, emê têkoşîna xwe bidomînin.” 
 
Piştî panelê, Parlamentera HDP’ê Dîlek Ocalan, aktîvîsta TJA Gulcîhan Şîmşek û jinên bi wan re, jinên li taxa Areş a Siwerekê ziyaret kirin. 
 
Piştre jî Ocalan û Şîmşek li avahiya DBP’a nevçeya Wêranşarê bi jinan re hatin gel hev.