Prz. Eroglu: Tirkiye ji bo jinan welatekî talûke û bê ewle ye

  • jin
  • 09:32 28 Tîrmeh 2020
  • |
img

STENBOL - Parêzer Şukran Eroglu, destnîşan kir ku nêviyê civakê ji jinan pêk tê û hikûmet dixwaze jinan ango nêviyê civakê tune bike. Prz. Eroglu, da zanîn ku eger Tirkiye Peymana Îstanbul betal bike dê hêzên navneteweyî li dijî Tirkiye helwest bigirin û got: "Êdî Tirkiye ji bo jinan welatekî talûke û bê ewle ye." 

 
Li Tirkiyeyê tundiya li dijî jinan zêde dibe. Hikûmet dixwaze peymana Îstanbul betal bike. Ji ber vê hewldana hikûmetê, nerazibûnên jinan jî zêde dibin. Rêxistinên jinan, parazvanên mafên mirovan Tirkiye û hikûmetê hişyar dikin ku ev peyman bê betalkirin dê talûke mezintir bibe. Jin destnîşan dikin ku hikûmet bi vê yekê dijminantiya jinê dikin û dixwazin komkujiya jinan zêde bikin. Seroka Navenda Mafên Jinan a Baroya Stenbolê Parêzer Şukran Eroglu, diyar kir ku ger peymana Stenbolê bê betalkirin dê hêzên navneteweyî li dijî Tirkiyeyê helwestê dînin û biryaran bigirin. 
 
‘DIXWAZIN NÊVIYÊ CIVAIKÊ TUNE BIKIN'
 
Prz. Eroglu, bibîr xist ku di sala 2019'an de 474 jin hatin kuştin û wiha got: "Ev hêjmarek pir pir mezin e. Di kuştina jinan de Tirkiye di nava welatê cîhanê de di rêzên pêş de ye. Ev kuştin êdî bûye komkujî. Ev polîtîkaya tunekirina jinan e. Nêviyê civakê jin in. Dixwazin bi kuştina jinan nêviyê civakê tune bikin. Divê îqtîdar van polîtîkayên xwe li ber çavan derbas bike. Êdî welatê Tirkiyeyê ji bo jinan talûke ye. Ewlehiya me tu kesî tune ye. Dema em ji malê derdikevin em nizanin dê çi bê serê me. Êdî mal jî ji bo jinan ne ewle  ye. Niha ne li kolanê û ne jî li malê ewlehiya jinan tune ye. 
 
‘HINCETA VEKIŞÎNÊ TUNE' 
 
Parêzer Şukran Eroglu, diyar kir ku Peymana Îstanbolê ji bo ewlehiya jinan gelek girîng e û wiha got: “Tirkiye dikare îmzeya Peymana Îstanbul vekişîne. Lê dê nikaribe hinceta vê yekê di qada navneteweyî de îzah bike. Ji ber ku hemû aliyên ku ev peyman îmze kirine ji bo jinan biparêzin ev peyman îmze kirine. Mîsogeriya parastina jinê ye. Dema peymanê betal bike aşkere dibêje 'Ez tedbîran nagirim' Ev dê talûkeyek mezin bi xwe re bîne. Dê hesabê vê talûkeyê jî tu kes nikaribe bide. Li şûna peymanê vekişîne, divê peymanê bêtir têxe meriyetê." 
 
Parêzer Eroglu, anî ziman ku piştî Peymana Îstanbul zagona hêjmara 6284'an hat avakirin û Navenda Şopandin û Rêpêşîlêgirtina Tundiyê (ŞÖNİMl) hatin avakirin. Midûriyeta Polîsan û Walîtiyê yekîneyên li dijî tundiya nava malê ava kirin. Lê niha çima vedikişînin. Peymana Îstanbul ji bo me bawerî ye. Rûmet e. Ku vekişinin ev yek dê di raporên Komîteya Çavderiyê (GREVİO) de cih bigire. Ev dê ji bo îtîbar û baweriya Tirkiye ya di pada navneteweyî de pir xerab be. 
 
MILÊ DARAZÊ YÊ PEYMANÊ
 
Eroglu, bal kişand ser milê darazê yê têkildarî peymanê û wiha lê zêde kir: “Em di milê darazê de jî pir li pişt man. Bi zagona hêjmar 4320'an a têkildarî Parastina Malbatê ku di 14'ê Çileya 1998'an de ket meriyetê, gelek tedbîr dihatin girtin. Lê niha jin nayên parastin û em nikarin biryarê ji bo parastinê bistînin. Ji ber rewşa darazê wisa ye, gelek jin naçin serî li darazê nadin. Jin her doj dikin qêrîn û dibêjin 'Em naxwazin bên kuştin' Niha ne jin mêr tê parastin. Jin her roj bi tundiyê re rû bi rû ye. Peymana Îstanbul bi gel re nehatiye parvekirin. Ji civakê re nehatiye vegotin. Ne tenê civak, Dozger û Dadger ên mekanîzmayên biryarê didin jî agahiya wan bi peymanê tune ye. Divê ji bo Peymana Îstanbul perwerdehiya taybet bê dayîn. Dozên ku baro û rêxistinên jinan beşdar nabin, bersûc nayê cezakirin." 
 
'ZÊDETIR JINÊN DENGÊ XWE BILIND DIKIN TÊN KUŞTIN' 
 
Parêzer Şukran Eroglu, destnîşan kir ku herî zêde jinên dengê xwe bilind dikin tên kuştin û wiha bi dawî kir: "Jin niha serî hildidin. Ev serhildan dikare encamên gelek mezin bistîne. Êdî sebra jinê nemaye. Di vê rewşê de êdî jin neçarin xwe bi xwe biparêzin.  Em naxwazin kes li ser mafê me yê jiyanê bazarê bike. Em ê bêdeng nebin. Divê hemû jin dest bidin hev û bi hevre ji bo mafê xwe têbikoşin. Em jin êdî dê bêdeng nebin. Em ê heta dawî têbikoşin." 
 
MA / Semra Turan