‘Qadên azadiya jinan her berfireh bûn komkujî jî zêde bûn’

  • jin
  • 15:18 25 Tîrmeh 2020
  • |
img

STENBOL – Meclîsa Jinan a HDK’ê panelek li dar xist û Hulya Osmanagaoglû a femînst axivî û got qadên azadiya jinan her berfireh bûn komkujî zêde bûn. 

Meclîsa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Stenbolê têkildarî vekişîna Peymana Stenbolê a ji aliyê îqtîdarê ve tê xwestin li Federasyona Komeleyên Erziromiyên Hemdem a li Alîbeykoyê panel li dar xist. Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû û nûnerên gelek rêxistinên jinan beşdarî panelê bûn. 
 
Berdevka Meclîsa Jinan HDK’a Stenbolê Aynûr Cengîz moderatoriya panelêk ir û parêzer Ozge Akyuz û Hulya Osmanagaoglû ya femînst jî wek axaftvan beşdar bûn. 
 
Hevberdevak HDK’ê Ûgûrlû behsa xebatên xweser a jinên HDK’ê kir û got ev qada wan hemû aliyên civakê eleqedar dike û di bin banê xwe de dihewîne. Ûgûrlû da zanîn ku Peymana Stenbolê rizgariya jinan e û di demek komkujiya jinan zêde dibe de tê xwestin rakin. Ûgûrlû got têkoşîna jinan mezin e û ew ê hemû bi hev re jiyana nû ava bikin. 
 
‘PEYMAN PARÇEYEK TÊKOŞÎNA JINAN E’ 
 
Endama Komeleya Hiqûqzanên Ji Bo Azadiyê (OHD) parêzer Ozge Akyuz di panelê de axivî û diyar kir ku ew ji bo nasnameya jinan têdikoşin û divê ew Peymana Stenbolê wek parçeyek têkoşîna jinan bibînin. Akyuz got jin bi tundiyê re rûbirû dimînin û bi zanebûn mehkûmî tundiyê tên kirin. Akyuz anî ziman ku bal kişand ser girîngiya Peymana Stenbolê û got: “Jixwe ji roja peyman hatiye îmzekirin nayê sepandin. Peymana nayê sepandin çima tê rakirin?” 
 
‘BI QADÊN AZAD RE KOMKUJÎ ZÊDE BÛN’ 
 
Pişt re Hulya Osmanoagaoglû axivî û diyar kir ku di serdemek wiha de yekîtî, hevgirtin û piştevaniya jinan gelek girîng e û jinan di encama têkoşîna salan de gav bi gav qadên azadiyê berfireh kirin. Osmanagaoglû destnîşan kir ku qadên jinan ên azadiyê her ku berfireh bûn tundiya li ser wan jî zêde bûn û got: “Di nava demê de komkujiyên li ser jinan pêk hatin. Loma jî em dibêjin komkujiyên jinan polîtîk in. Ne gotinek ji rêzê ye. Rakirina Peymana Stenbolê li dijî têkoşîna wekheviyê ye. Lê em ê têkoşîna xwe bidomînin.”